Ji bo alîkariya bi hejaran re Kampanyay Mirov Dost hate avakirin

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya hinek mele û kesayetên Kerkûkê ve ji bo alîkarîkirina bi kesên hejar û xwedî muhtac re bikin Kampanyaya Mirov Dost ava kirin. E

Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, ji aliyê hejmarek mela û kesayetên Kerkûkê ve ji bo komkirina alîkariyê ji kesên muhtac û hejar re Kampanya Mirov Dost hate ragihandin.

Têkildarî çawaniya kampanyayê Mamosta Ehmed Kerkûkî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber vîrûsa Korona hem li herêma Kurdistan û Iraqê biryara qedexeya hatiye ragihandin ji ber vê jî gelek malbatên ku derfetên wan ên jiyanê kêmin û nikarin debara xwe bikin. Kerkûkî bi domdarî got: got: “Ji ber ku li bajarê me kesên hejar, kêm dahat û desteng gelek in, me weke çend kesayetî, mela û mamostayên olî Kampanya Mirov dost ragihand.”

hat diyarkirin ku wê bi rêya kampanyayê xuret û erzak ji bo kesên hejar û pêwîstiya wan pê heyî were komkirin.

Bang li hemû sermeyedar û Kurdan hate kirin ku weke erkek ehlaqî, olî û mirovaî beşdarî kampanayê bibin.

Wê kampanya heta metirsiya vîrûsa korona heye berdewam bike. Wê alîkarî li pişt Termînata Silêmanî ya li Kerkûkê were komkirin.