Ji bo Şehîdên 14’ê Tîrmehê nivîsand

Ferzende Abî yê 66 salî ji bo şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê stranek nivîsî û got.

Ferzende Abî yê 66 salî ku ji Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 39 sal ji beriya niha di 14’ê Tîrmeha 1982’an li girtîgeha Amedê bi bandor bûye û ji sala 1985’an û şûnde bi rengekî çalak di Têkoşîna Azadiya Kurd de cih girtiye; Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi nivîsandin û xwendina stranekê bi bîr anî ku bi xwe nivîsandiye. Ev berxwedana ku li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê hate kirin û li ser bingehê şehadeta endamên Komîteya Navendî ya PKK Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek gihîşte serketinê, bû dewam û lûtkeya çalakiyên heval Mazlûm Dogan a di Newroza 1982’an û ya Ferhat Kûrtay û hevalên wî ku di 17’ê Gulanê hate kirin. Ev çalakiyane di dîroka PKK û Kurdistana Azad de weke ‘Berxwedana Girtîgehê ya Mezin’ û ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ hatiye nivîsandin.

Bi hezaran kes ji van çalakiyan bandor bûne û tevlî nav refên PKK’ê bûne. Her wiha bûye mijarek ji bo gelek pirtûk, helbest û stranan. Vaye yek ji wana Ferzende Abî yê bavê 8 zarokan e ku di destpêka damezrandina PKK’ê de weke welatparêzekê tevlîbû û bi taybetî sala 1985’an piştî ku ji çalakiyên Beerxwedana Girtîgehê ya Mezin bandor dibe û bi rengekî çalak di nav Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe digire. Abî yê ku 12 caran hatiye girtin û 230 rojan di bin êşkencê de maye, sala 1996’an dema tê girtin weke her Kurdekî 25 rojan di nava Fîlîstîniyan de dimîne, di nava wê pêvajoyê de ji ber êşkenceya giran a bi elektrîkê penceşêra mesaneyê digire, sala 2017’an ji bo tedawî bibîne derbasê Ewropayê dibe. Abî li wir jî ji aliyekî ve tedawî dibe û ji aliyê din de jî xebatên xwe yên di nava Tevgera Azadiya Kurd de dewam dike. Bi strana nivîsandî û dixwîne ya derbarê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Amedê ku jê bandor bûye, mirov dikare bêje ku ji bo guhdaran mîna çavkaniyeke mezin a moralê ye.

Ji 8 zarokên wî 2 keç tevlî PKK’ê bûne. Yek ji wan Evîn e ku sala 1995’an jiyana xwe ji dest da, keça din a bi navê Viyan ku sala 2004’an tevlî bûye hê jî di nav refên PKK’ê de têkoşîna xwe didomîne. Abî di destpêka helbesta xwe de ji ber ku dibêje ku ev di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurd de cih girtiye xwe bi keramet hîs dike (feyz digire).