Ji bêtêla gerîla coşiya Newrozê...

Li çiyayên Kurdistanê gerîla bi coşiyeke mezin Newroza 2021'an pîroz dike. Gerîlayên ku li dora agirê Newrozê komî ser hev dibin, peyama têkoşînê û biryardariyê da.

Dîrok 21'ê Adara 2021'an. Derengiya şevê, em qeyda deng a axaftina bêtêla gerîla distînin.

Di axaftina bêtêlê de ya gerîla de coşiya Newrozê serwer e.  Gerîlayên ku bi bêtêlê Newroza hevrêyên xwe pîroz dikin, pirî caran, bi dirûşmeyan dibêjin, ''Bijî Serok Apo'', ''Bijî Newroz''. Dirûşm hem bi Kurdî, hem bi Erebî ne. Ji ber coşiya Newrozê dengê gule û fîşekên hewayî tê bihîstin. Coşiya Newrozê û dirûşm ji çend giran tê ku gerîla lê bi cih bûne. Dema ku mirov bîne bîra xwe ku bi hezaran gir hene ku gerîla lê bi cih bûne coşiya Newrozê xweştir tê fêhmkirin.