Ji ber topbarana Îranê sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Hêzên rejîma Îranê top avêtin gundên li herêma Bradost û Balekayetî yên Hewlêrê. Ji ber topbaranê sivîlekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Îranê îro bi hevdemî top avêtin gundên li herêmên Bradost û Balekayetî yên Hewlêrê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, nîvro hêzên rejîma Îranê top avêtin gundên Telan, Sikene û Mela yên herêma Bradostê.

Ji ber topbaranê li gundê Telanê sivîlekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Yek ji topên hatin avêtin li nêzî xaniyekî li gund ket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Heman piştî vê topbaranê hêzên rejîmê vê carê top avêtin gundên Kendeşîn, Berdesoran, Binarê Çixê Derê, Gomê Çiledar ên herêma Balekayetî. Vê topbaranê jî zerareke mezin da xwezayê.