Ji ber parvekirinên li medya civakî, ceza li rojnamevan Arîf Aslan hat birîn

Arîf Aslan ê ku li Wanê rojnamevaniyê dike, ji ber parvekirinên xwe yên li ser malpera xwe ya facebookê, bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' bi salek û 3 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Rojnamevan Arîf Aslan, ji ber ku di hesabê xwe yê facebookê de şerê li herêmê diqewime û bîlançoya vî şerî parve kir, bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' di meha Çileyê de ket ber lêpirsînê.

4. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Aslan birî. Ceza, bi şertê ku 'divê heman sûc neyê dubare kirin' hat taloqkirin.

'MIN KARÊ ROJNAMEVANIYÊ KIR'

Aslan da xuyakirin, ku mafê agahîgirtinê mafekî gerdûnî ye û destnîşan kir, ku wezîfeya rojnamevanan e vî mafî bi cih bîne. Rojnamevan Aslan bibîr xist, hempîşeyên wî yên li herêmê timî dibin hedefa van lêpirsînan û anî ziman, di parvekirinên wî de tiştekî weke sûc bê dîtin, tine ye.

Aslan diyar kir, nabe mafê agahîgirtinê bê astengkirin û got, ew ê karê xwe yê rojnamevaniyê bidomîne.