Ji ber nebûna alîkariya madî ansîklopediya Kerkûkê nayê çapkirin

Ansîklopediya Kerkûkê ku berhemên gelek dîroknas û rewşenbîran li xwe digire, ji ber nebûna alîkariya madî heta niha nehatiye çapkirin.

Dîroknas Simko Behroz ê yek ji endamê desteya amadekariya ansîklopediyê ye, destnîşan kir ku ansîklopediya Kerkûkê ji bo bajarê Kerkûkê xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Bi taybetî hemû bûyer û zanyariyên li dîrokê rû dayî hewl daye ji bo nifşên nû ragihînin.

ANSÎKLOPEDÎ JI DEH CILDAN PÊK TÊ

Behroz bal kişand ser naveroka ansîklopediyê û bibîr xist ku ev ansîklopedî xwedî naverokeke tije zanyarî û ji aliyê gelek kesên şareza û pispor ve di derbarê bajarê Kerkûkê de hatî berhevkirin li xwe digire. Ev ansîklopedî ji 7 hezar 500 per û ji 10 cildan pêk tê.

HEMÛ RENG LI XWE DIGIRE

Dîroknas da xuyakirin ku hemû aliyên dîrok, erdnîgarî, ziman, edeb, rewşenbîrî, huner, rojnamevan û rewşenbîrên navdar û dîsa nasnameya gelek kesayetên Kurd, Ereb, Xiristiyan û pêkhateyên din ên li Kerkûkê kar kirine li xwe digire.

DÎROK JI BO NIFŞÊN NÛ HATIYE BERHEVKIRIN

Behroz anî ziman ku ev ansîklopediya Kerkûk weke hemû ansîklopediyayên din ew agahî û zanyariyên pêwîst ên girêdayî bajar li xwe digire û ji dîrokê hatiye girtin û ji bo nifşên nû hatiye berhevkirin.

NAYÊ ÇAPKIRIN

Simko Behroz anî ziman ji ber krîzên aborî bi taybet ên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmê û şûnde kir ku nikarin ansîklopediya Kerkûkê bê çapkirin.

KESÊN PISPOR BERHEV KIRINE

Dîroknas Simko Behroz bibîr xist ku nêzî 60 mamostayên zanîngehan, nivîskar û rewşenbîr ji bo vê ansîklopediyê çêbikin kar kirine. Behroz got: “Ez, Dr. Yûsif Goran, Zahir Şkûr bi erka desteya nivîskar û berpirsyar rabûn. Dîsa nêzîkî 60 mamostayên zanîngeh, beşeke mezin nivîskar û rewşenbîr ên ji bajarê Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ji bo berhevkirina vê ansîklopediyê kar kirine.”