Ji ber ku nayê dermankirin, dibe ku çavê Kaya kwîr bibe
Girtiyê nexweş Yucel Kaya yê li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin, ji ber ku nayê dermankirin metirsî heye ku yekane çavê wî jî kwîr bibe.
Girtiyê nexweş Yucel Kaya yê li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin, ji ber ku nayê dermankirin metirsî heye ku yekane çavê wî jî kwîr bibe.
Yucel Kaya ku 4 sal in li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind Hejmara 1 a Xarpêrtê girtî ye, ji ber ku nayê dermankirin, dibe ku çavekî xwe yê bi tenê jî kwîr bibe.
Kaya yê 32 salî ku dema xwendekarê zanîngehê bû sala 2015'an bi îdîaya "endametiya rêxistinê" dîl hatibû girtin û piştî sal û nîvekê hatibû berdan. Lê ji ber dozeke duyemîn a li dijî wî hate girtin û 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê dîlgirtî ye.