Ji ber koronayê li başûrê Kurdistanê dibistan ketin betlaneyê

Ji ber metirsiya belavbûna Koronayê ya li Başûrê Kurdistanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku dibistan,  peymangeh û zanîngehan wê bikevin betlaneyê.

Li Herêma Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona tevahiya dibistan, peymangeh û zanîngehan bûn betlane. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li wê ji sibe ve hemû dibistan, peymangeh û zanîngehên Herêma Kurdistanê bikevin beltaneyê.

Li gorî daxuyaniyê wê betlane heta 11’ê Adarê dewam bike, dîsa 11’ê Adarê jî betlaneya nîva salê ya perwerdeyê destpê dike. Li gorî vê wê ev betlane heta 23’ê Adarê dewam bike.

Yek ji navendên din ê betlane hate ragihandin Kerkûk e. Walîtiya Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku jji bo 15 rojan hemû dibistan û navendên fermî wê bikeve betlaneyê. Her wiha li bajar dawet, şînî û aktivîteyên cihê hatine rawestandin. Her wiha kesên bikevin bajar wê li hemû bendên kontrolê di lêgerîna tenduristî re bên derbaskirin û wisa bikevin bajar.