Ji ber hilweşandina mala şînê Êzidiyan AKP şermezar kirin

Êzidiyan ji ber hilweşandina mala şînê ya li Nisêbînê AKP şermezar kirin û banga piştgiriyê kirin.

Koordînasyona Meclîsên Gundan a Êzidiyan ji ber hilweşandina mala şînê ya li gundê Efşê ya Nisêbîna Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Gundê Efşê û hemû gelê me ji ber zextên li ser wan di salên 1990’î de îltîcayî Elmanyayê kiribûn. Ji sala 1990’î û vir ve mal û milkên me tên xespkirin û em vê êrîşkarî û xespa AKP’ê şermezar dikin.”

Koordînasyona Meclîsên Gundan ên Êzidiyan têkildarî zext û binpêkirinên li ser Êzidî, Suryan û Ermenan banga hevgirtinê kir.