Li gundê Efşê mala şînê ya Êzidiyan hate rûxandin

Li gundê Efşê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê mala şînê ya Êzidiyan hate rûxandin.

Li gundê Efşê yê Nisêbîna Mêrdînê Êzidiyên ku di salên 1980’î de ji neçarî koç kiribûn, piştî ku vegeriyan gundê xwe, ji xwe re mala şînê ava kirin. Mala Şînê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate rûxandin. Xebatkarên şaredariyê duh nîvro hatin gund û bi kepçeyan mala şînê hilweşandin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdinê Alî Atalan jî diyar kir mala Êzidiyan bi kepçeyan hate hilweşandin.

NAVENDA ÇANDA ÊZIDIYAN: HILWEŞANDIN NAYÊ QEBÛLKIRIN

Navenda Çanda Êzidiyan têkildarî vê bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got;

“Em wek Navenda Çanda Êzidxan,(NÇÊ) bang li hemû qadên navnetewî û gelê Kurdistanê yên dilsoz dikin ku bila bêdeng nemînin.  Ev tê wateya ku planên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an hîn bi dawî nehatine. Bêdengî rûreşî û alîkariya vê zulmê ye! Êzdiyên bi rûmet, gelê me yên welatparêz, ji her demê bêhtir divê em sazî û rêxistinên xwe xurt bikin. Da ku dagirker û dijminên mirovahiyê nikaribin rihet tevbigerin.

Divê em hemû qadan li dewleta dagirker û hevalbendên wan teng bikin. Roj roja xîretê û xwedîderketinên nirxên olî û netewî ye. Em vê helwesta dewleta dagirker ya Tirk bi tundî şermezar dikin. Efşê ne bi tenê ye.Her wiha Kelhok jî divê careke din, bigihe xweyiyên Kelhokê.”