Ji ber girtina rê pitika dayikek din jî li Mexmûr rehmet kir

Li ser girtina rê ya PDK’ê li wargeha Mexmûrê pitika dayika bi navê Newroz Ehmed  ya ducanî jî rehmet kir.

Piştî bûyera li restoranta bi navê Hoqqbaz a 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê û şûnde PDK’ê rê li Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê girtiye.

Ev bû 17 roj in, nexweş, xwendar û karker jî di nav de bi ti awayî PDK rê nadin ku welatiyên Mexmûrê derbasî bajarên Hewlêrê bibin.

Dayika bi navê Newroz Ehmed a ducanî ku ev hefteyek bû rewşa wê giran bû, ji ber ku asayîşa PDK’ê rê neda her ku çû rewşa wê giran bû. Îro jî ji hewl hate dayîn ku derbas bibin, lê dîsa PDK’ê rê neda.

Dayika Newroz a rewşa wê pir giran bû rakirin nexweşxanê Mexmûr. Piştî ku doxtor qontrol kir, derket holê ku zaroka dayikê di zikê wê de miriye. Ji bo dayik bê emelyatkirin bi lezgîn ji bo nexweşxaneyê hate şandin. Eger ku rê neyê dayîn xetriya jiyana dayikê pir e.

Li benda kontrolê hêzên li wir ji rewşa dayika nexweş bawer nekirin û bi gotinê; ‘Hûn bi hincetên nexweşxaneyê dixwain derbasî Hewlêr bibin’  doxtorên xwe anîn ew jin kontrol kir û şûnde rê da ku derbas bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber PDK’ê rê nedabû pitika dayika Fatma Kara jî rehmet kiribû û hê jî rewşa dayika Fatma Kara giran e.

Ji ber girtina rê gelek nexweşên giran hene ku neyên dermankirin xeteriya jiyana wan heye.