Ji ber ku PDK’ê rê girt, pitika dayika Fatma rehmet kir

Ji ber dorpêça giran a ji aliyê PDK’ê ve ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pitika dayika Fatma Kara rehmet kir.

Ev 17 roj in ambargoya PDK'ê ya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê didome û her diçe ev ambargo tê şidandin. Dayik Fatma Kara ya ducanî dema rewşa wê giran bû xwest biçe nexweşxneyê lê ji ber girtina rê pitika wê rehmet kir.

Ji ber girtina rê nexweş,karker û xwendekar nikarin derbasî Hewlêrê bibin.

‘DERFETÊ NEXWEŞXANEYA WARGEHÊ PIR KÊM BÛN’

Dayika bi navê Fatma Kara ya ducanî diyar kir piştî ku rewşa wê giran bûye rakirin nexweşxaneyê û got: “Roja 19’ê Tîrmehê ji ber rewşa min giran bûn, ji bo nexweşxaneyê ketim ser rê. Li nexweşxaneya wargehê ji ber kêmbûna derfet û giraniya rewşa min nekarin tedawî bibim. Li ser vê yekê doxtorê wargehê ji bo nexweşaneyê ez şandim nexweşxaneya Hewlêr.”

‘RÊ NEDAN Û BI SERDE JÎ HEQARET KIRIN, GOTIN; ‘BI ZANABÛN WIHA DIKE’

Dayik Kara anî ziman ji ber bêderfetiyê û giraniya rewşa wê doxtoran berê wê da nexwexşaneya Hewlêr û wiha axivî: “Ji ber giraniyê ez ji xwe li ser hişê xwe çûbûm, xuşk û hevjînê min li gel min hat em ji bo nexweşanê ketin ser rêya Hewlêr. Li nuqteya kontrolê ya PDK’ê rê nedan em biçin, bi qasî saetek em li vir hatin rawestandin. Her çendî belgeya me ya çûna nexweşxaneyê jî hebû lê hêzên ewlekariyê diyarkirin ku nikarin rê bidin wan. Her çendî ji bo giraniya rewşê me xwest rê bêdayîn jî, lê rêveberê benda kontrol anî ziman ku bi ti awayî nikarin rê bidin. Rêveberê got: “Ev bi zanabûn wisa dikin, dixwazin ji bo derbas bibin wiha dikin.” Em neçar man vegerin.

‘ZAROKA MIN MIR’

Dayka Kara wiha doman: “Piştî vê yekê zaroka min rehmet kir. Ji ber giraniya nexweşiya xwe û windakirina pitika xwe ev bû zêdetirî 15 rojin nikarim rabim ser xwe û rewşa min ne baş e. Bi sedan nexweşên giran ên hene ku PDK rê nadin. Bê ku hincetek diyar bikin, rê nadin.”

‘TEVÎ HEMÛ ISRARAN, DÎSA RÊ NEDAN’

Hevjînê Fatma Kara Mamoste Salih Kara li ser bûyerê axivî û got: “Me destpêkê xwest ku li wargehê tedawî bê kirin, lê derfetên heyî têrê nekirin ku nexweşa me bê çareserkirin. Li vir doxtor belgeyek amade kir ku ji bo nexwşxaneya Jidayikbûnê (Wîladî) hate amadekirin û xwestin ku em bi lezgîn biçin nexweşxaneyê. Her çendî belgeya fermî ya nexweşxaneyê jî li gel me bû jî asayîşa PDK’ê rê neda me.

‘BI SEDAN NEXWEŞ HENE, NIKARIN BÊN DERMANKIRIN’

Hevjîn Kara bi domdarî got: “Li ser israrên me tevî hatin li nexweşa me jî nêrî, lê tenê bi gotin; ‘Qedexeye’ rê nedan. Li vir rêveberê benda kontrolê gotinên nebaş ji bo mekirin û gotin; ‘Hûn di bin navê nexweşiyê de dixwan derbasî Hewlêr bibin. Em rê nadin hûn biçin.’ Tevî hemû nîqaşan jî rê nehate dayîn û li ser vê yekê pitika hevjîna min rehmet kir. Ji wê rojê heta niha hevjîna min hê jî nexweş e. Bi sedan nexweşên giran ên welatiyên Mexmûrê yên hene lê ji ber van helwestê şaş ên di bin xizmeta dijmin de ne nikarin bên dermankirin. Em vê helwestê rexne û tewanbar dikin.”