Ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyanek mezin gihişte mizgeftê
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdorî gundê Rezwêlke ya girêdayî Çoman a Başûrê Kurdistanê barand. Di êrîşê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdorî gundê Rezwêlke ya girêdayî Çoman a Başûrê Kurdistanê barand. Di êrîşê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer saet derdorî 19:00’an bombe li derdorî gundê Rezwêlke ya herêma Qesrê ya girêdayî navçeya Çoman a Hewlêrê barand.
Di bomberdûmanê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund, her wiha şewat li herêmê derket.