Ji bejahî û hewayî ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

Li hemberî hêzên gerîla ku ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandiye, ji bejahî û hewayî ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrîşan dewam dike. Li gel êrîşan jî hêzên me pozîsyona xwe ya heyî diparêzin û li ser bingeha parastina rewa bersivê didin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

13'ê Sibatê saet di 11:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

13'ê Sibatê saet di 19:50'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, li qada Çemçoyê dagirkeran bi çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barandin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan dagirkeran. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Sibatê saet di 13:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi çekên giran hatin bombekirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Qada Çemço ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 38 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."