Ji aktivîstên Sîneyî bang: Bi lezgîn çalakvanan berdin

Aktivîstên Sîneyê, bi armanca piştgirîkirina kolber û gelê Banê ji bo kesên di nava çalakiyan de hatine binçavkirin banga berdanê ya lezgîn kirin.

Aktivîstên Sîneyî, bi armanca piştgirîkirina çalakiyên protestoyê yên li bajarê Banê û li dijîbûna qetilkirina kolberan, ji bo kesên ku di nava çalakiyên îro de hatine binçavkirin banga lezgîn a berdanê kirin û dermankirina birîndaran.

Gelê Sînê bi armanca protestokirina qetilkirina kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Fercî (21) ku li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê yê 4’ê Îlonê ji aliyê hêzên rejîmê ve, îro di saetên şevê de daketin qadan û di êrîşên rejîma Îranê de gelek kes birîndar bibûn, 8 çalakger jî hatibûn binçavkirin.

Aktivîstên siyasî yên ku têkildarî çalakvanan daxuyaniyek dan, bal kişand ser êrîşa hêzên rejîmê ya li dijî çalakiyên protestokirina qetilkirina kolberan û wiha hate gotin: “Ey gelê Sînê, ji bo vê helwesta we ya welatparêzî û hestyariyê em spas dikin. Armanca me bûna dengê kolberan, we jî deng da denê me.

Di dewama daxuyaniyê de banga berdana 8 çalakvanên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin hate dayîn û daxwaza dermankirina birîndaran hate kirin.

Îro saet 18:00’an, bi hezaran welatiyên Sînê li Qada Îqbal (Azadî) kom bûn, qetilkirina kolberan protestkirin. Hêzên rejîma Îranê jî bi gaza bîber û jopan êrîşî girseyê kiribûn. Lê tevî êrîşan jî gel kolan neterikandin û çalakî lidar xistin.