Ji aktivîstên Kirmanşahê agahî nayê girtin

Di çalakiya li Kirmanşahêde ku bi armaca piştgirîkirina berxwedan li Banê 5 aktivîstên Kurd hatin binçavkirin. Agahî ji aktîvîstên Kimanşahî nayên girtin.

Di çalakiyên duh ên şev de ku bi armanca piştgirîkirina çalakiyên protestoyê yên li Banê ku li dijî qetilkirina Kolberan a li eyaleta Kirmanşah a Rohilatê Kurdistanê hate lidarxistinî 5 welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Di çalakiya protestoyê ya duh şev li pêşiya Walîtiya Kirmanşahê hate lidarxistin de, aktivîstên bi navên Ferzad Sefere, Fûad Mizaferî, Erselam Ebasî û Şehriyar Tehmasebî û aktîvîstê ku navê wî nehate zanîn hatin binaçavkirin.

Ti agahî derbarê aktivîstên ku hatine binçavkirin birine kû nehate girtin, rêxistinên mafê mirovan ji bo berdana aktivîstan dest bi kampanyayekê kirine. Li aliyê din Rewşa Awarte a li eyaleta Sine û bajarên girêdayî wê dewma dike li Kirmanşah û bajrên girêdayî wê jî dom dike.

Piştî 4’ê Îlonê li bajarê Banê yê Sine kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û şûnde, di serî de Banê û li gelek bajarên Rojhilat çalakiyên protestoyê hatin lidarxisin.