Ji Agirî heta Konyayê bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin

Li Agiriyê ligel ku zextên polîsan hebû jî bi deh hezaran kesan Newroz pîroz kirin. Li Konyayê jî agirê Newrozê hate vêxistin.

AGIRÎ

Li Agiriyê jî wekî li gelek cihan Newroz di bin zextên polîsan de hate pîrozkirin. Bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn û di pîrozbahiyê de hunermend Serhat Çarnewa jî tê de 11 kes hatin destgîrkirin.

Ji serê sibehê gel hate qada pîrozbahiyê ya ku li pişt Stadyûmê ye. Li gelek cihan bendên kontrolê hatin danîn lê gel dîsa jî sloganên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê berz kirin.

Axaftina destpêkê ya Newrozê ji aliyê namzetê hevşaredariyê HDP’ê yê Agiriyê Abdurahman Dogar hate kirin. Dogar got ku “Di 31’ê Adarê de em ê bersiveke pêwist bidin wan.”

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bal kişand ser daxwazên greva birçîbûnê û got ku “Heta ku tecrîd were şikandin em ê li qadan van daxwazan biqîrin.”

Piştî axaftinan hunermend Serhat Çarnewa derket ser dikê û bi muzîka wî re coşa gel zêde bû. Piştî pîrozbahiyê hunermend Çarnewa û du jinên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, 11 kes hatin destgîrkirin.

KONYA

Newroza Konyayê jî li qada Pazarê hate kirin.  Agirê Newrozê bi sloganên ‘Bijî berxwedana Leylayê’ hate vêxistin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Leyla Guven hatin daliqandin a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 134 roj in di greva birçîbûnê de ye. Gel bi cilên neteweyî û alayên HDP’ê hatin qadê.

Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç di pîrozbahiyê de axivî û got ku “Îro hevala me Leyla Guven li ber xwe dide. Leyla Guven ji bo dahatûyeke ronî bedena xwe daye ber birçîbûnê.”

Girseyê li ber stranan govend gerand.

ÎDIR

Li Îdirê jî namzetên hevşaredariyê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 29’ê Adarê de gel vexwend Newrozê.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî gel vexwend Newrozê. Newroz Colemêrgê wê roja Înê li Rêya Cûmhûriyetê were pîrozkirin.