Ji Şengalê û helbestan hez dikir

Sîpan Xelat ê YBŞ'î ji yek ji lehengên Êzidî bû. Di helbesteke xwe de digot, 'Min soz da'. Soza xwe jî bi têkoşîneke bêeman nîşan da.

Her dil strana xwe dibêje ji cîhanê re. Hin stran û helbest hene ku mirov çiqasî lê guhdarî bikin jî mîna ku cara yekemîn guh didin wê coş û kelecanê dixin dilê mirovan. Bayekî hêlik li pey xwe dihêle.

Yek ji lehengên ciwan ên civaka ku 73 ferman lê rabûye, Sîpan Xelat ê YBŞ'î ye. Sîpan hîn di 17 saliya xwe de li ber çeteyên DAÎŞ'ê rabû. Sîpan ciwanekî Şengalî bû ku strana xwe digot. Sîpan ê li ber fermanan rabû, jiyaneke kurt, berxwedêr û bêeman li pey xwe hişt.

SÎPAN XELAT Ê ŞENGALÎ

Ebdulkerîm Qasim dema ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû êdî bû Sîpan Xelat ê çiyayê Şengalê. Di sala 1997'an de li Şengalê ji dayik bû. Dayika wî Şerîn ku di temenê wî yê biçûkatiyê de jiyana xwe ji dest da, navê heval li Sîpan kiribû. Weke ku hîn di dema jidayikbûnê de wê bibe hevalek... Sîpan bi dil û mejiyê 'hevalan' mezin dike. Heval yanî Sîpan di nava sê bira û du xwişkên xwe de yê herî mezin e. Piştî ku dayika wî jiyana xwe ji dest da ew êdî li xwişk û birayên xwe xwedî derket. Lewma piştî dibistanê bi wan re eleqedar dibû. Di temenekî biçûk de hîn bû ku kedê bide mirovan.

DI 17 SALIYA XWE DE TEVLÎ ŞERÊ MAN Û NEMANÊ BÛ

Sîpan ferdekî civaka Êzidî bû. Bû yek ji şagirtên destpêkê yên Akademiya Derwêşê Evdî. Hovîtiya DAÎŞ'ê bû yek ji fermanên li vê civakê rabû. Sîpan ê helbestvan hîn di 17 saliya xwe de qîrîna destpêkê ya li dijî vê fermanê bihîst. Tevlî şerê man û nemanê bû.

Sîpan rastiya civakî weke "xwenaskirinê" fêhm kir û di şer de bû pispor. Hêrsa xwe di şerê man û nemanê de tevî temenê xwe yê ciwantiyê li dijî dijmin bi kar anî.

Li ser yek ji fermandarên destpêkê yên YBŞ'ê Berxwedan Tolhildan helbestek nivîsî.

TEVLÎ YPG'Ê BÛ KU KORÎDOR VEKIR

Sîpan Xelat destpêkê tevlî YPG'ê dibe ku li dijî fermanê ji bo vekirina korîdora însanî bi hawara civaka Êzidî ve hatin. Piştî ku YBŞ ava bû cihê xwe di nava refên YBŞ'ê de girt. Heta ku şehîd bibe tevlî şerê li dijî çeteyan bû.

PIŞTÎ ŞEHADETA WÎ DU BIRAYÊN WÎ TEVLÎ BÛN

Di 27'ê Sibata 2015'an de ji ber qezayekê şehîd bû. Şervanê YBŞ'ê Sîpan Xelat di rojnivîskên xwe de wasiyetê li birayên xwe dike ku tevlî YBŞ'ê bibin. Du birayên wî jî cihê xwe di nava YBŞ'ê de digirin.

JI ŞENGALÊ Û HELBESTAN HEZ DIKIR

Birayê wî Sîpan Sozdar wiha dibêje, "Ji bo xwedî li mîrateya wî derkevim û çeka wî rakim tevlî nava YBŞ'ê bûm. Ji birayan wêdetir em mîna hevalan mezin bûn. Dayika me hîn em biçûk bûn miribû. Şehîd Sîpan em qet bi tenê nehişt, her tim bi me re eleqedar bû. Piştî ku korîdora însanî hate vekirin tevlî bû. Çend caranb irîndar bû. Em, malbata wî li Başûrê Kurdistanê bûn. Malbatê dema ji wî dixwest ku ji Şengalê bê gel me, wî digot, 'di rewşekê de ku bi hezaran xwişk û birayên me di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne ez nikarim bêm' û red dikir. Ji Şengalê û nivîsandina helbestan gelekî hez dikir."

Şehîd Sîpan di helbesteke xwe de dibêje, 'min soz da' û li pey soza xwe bi rengekî bêeman têkoşiya.