Ji 12'ê Îlonê heta vê demê: Grevên birçîbûnê - I

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, berxwedan di nava PKK'ê de xeta siyasî/îdeolojîk û civakîbûnê temsîl dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ku ji sala 1981'ê heta 1996'an li girtîgehên Tirkiyeyê dîl hate girtin, qala berxwedana zindanan a ji darbeya 12'ê Îlona 1980'î û pê ve dest pê kir.

DESTPÊKÊ ÊRÎŞ BIRIN SER ZINDANAN

Şerîk diyar kir, cihekî girîng ê darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlonê di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de heye û got, "Ya ku ew girîng dikir, polîtîkaya wê ya li ser zindanan bû. Polîtîkaya zindanan a 12'ê Îlonê di heman demê de prototîpa wan polîtîkayan bû ku wê li Tirkiye û Kurdistanê bihatina meşandin. Ji ber vê yekê, polîtîkaya li ser zindanan ne tenê pêwendiya xwe bi zindanan hebû."

BERXWEDAN BERPIRSYARIYEKE CIVAKÎ BÛ

Cemal Şerîk da xuyakirin, yên hatin zindanîkirin dest bi berxwedanê kirin û wiha dewam kir: "Berxwedan ne tenê li dijî êşkenceyê û ji bo parastina rûmeta şoreşgerî bû. Bêguman ji bo pîvan û rûmeta şoreşgerî jî li ber xwe dan, lê belê dema ku ev kirin, berpirsyariyên xwe yên li pêşberî civakê û gel jî bi cih anîn. Dema ku ev kirin, xeteke berxwedanê li dijî polîtîkayên faşîzma 12'ê Îlonê va kirin. Ji ber vê yekê, berxwedana ku wê demê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê hate kirin, hem berxwedane di mercên wê demê de bû, hem jî di afirandina têkoşîna şoreşgerî ya paşerojê de xwedî roleke girîng bû."

BANG BÊ BERSIV NEMA

Şerîk ragihand, berxwedaneke bi vî rengî ji bo birêxistinkirina têkoşîna paşerojê roleke bingehîn lîst û anî ziman, wateyeke wiha ya berxwedana li zindana Amedê heye. Şerîk diyar kir, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê jî wiha dest pê kir û ev çalakî veguherî bangawaziyekê.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, beriya 12'ê Îlonê di nava civakê de bêdengî hebû û got, "Yên herî dînamîk-aktîf xistibûn zindanê. Faşîzma 12'ê Îlonê dixwest her tiştî bike û ji nû ve dîzayn bike. Li hemberî vê yekê berxwedaneke xurt nebû. Di dema 12'ê Îlonê de cihê ku destpêkê li ber xwe da, zindan bû. Pêşiya girtîgeh-dadgehan bû. Xizmên girtiyan li ber xwe dan. Rêxistinbûna girseyî ya destpêkê ya demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl ên destpêkê piştî 12'ê Îlonê ava bûn. Mîna Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan û komeleyên mafnasiyê. Ev sazî li dijî faşîzma 12'ê Îlonê veguherîn saziyên xurt-rêxistinbûyî."

Şerîk diyar kir, yên dixwestin li qada demokratîk siyasetê bikin, ya jî mûxalîfên faşîzma 12'ê Îlonê ji bo karibin siyasetê bikin diviyabûn guh bidan zindanan û pirsgirêkên zindanan bixistina rojevê.

ŞOREŞGERÎ ZANEBÛN Û BERPIRSYARÎ YE

Şerîk bi bîr xist, piraniya kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li Tirkiye-Kurdistanê kar dikirin hatibûn zindanîkirin û got, "Dema ku ew li zindanê bûn, bi berxwedana xwe hewl didan hêz û moralê bidin têkoşîna rêxistinbûyî û berxwedana gel a li dijî zext û zilma faşîzma 12'ê Îlonê. Zanîbûn ku berxwedana wan wê di rûdana berxwedana derve de rolê bilîze. Eger girtî di nava şert û mercên dîlgirtinê de bêyî derfetan karibin li ber xwe bidin, hingî li derve dikarin hîn bi xurtî li ber xwe bidin. Bi berxwedana xwe ev yek nîşan didan. Ev yek encameke wê wezîfe û berpirsyariya şoreşgerî bû û bi cih hate anîn."

DI HEMAN DEMÊ DE MEJÎ GUHERT

Li ser wateya grevên birçîbûnê ji bo PKK'ê, Cemal Şerîk ev tespît kir: "Xeta berxwedanê ya PKK'ê tê zanîn. Yanî PKK tevgereke berxwedanê ye. Ev berxwedan ne tenê berxwedaneke fîzîkî ye. Tê wateya berxwedaneke mejî; rabûna li ber zehmetî, zext û êşkenceyê. Di heman demê de berxwedana jiyanî û fikrî ye. Ya rast, yek ji rewşa berbiçav a bicihhatina pîvana serxwebûnê ya PKK'ê ye. Li dijî nêrînên mêtingeriyê, parastina nêrîna xwe ya azadîparêz-serxwebûnparêz-demokratîk e. Dijderketina li zor û zehmetiyan e. Ev yek rastiya berxwedanê ya li nava PKK'ê vedibêjin.

Dema ku mirov dîroka PKK'ê binirxîne, ji vekişînê heta vegera li welêt, xeta berxwedanê ya wê demê li zindanan hatiye temsîlkirin. PKK di şexsê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Ferhat Kûrtay hatiye temsîlkirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, PKK'ê bi berxwedanê hebûna xwe parast û got, "Ew berxwedan tenê di wê wextê de nema, di heman demê de nîşan da ku pirsgirêkên serdemê wê çawa werin çareserkirin û paşeroj bi çi rengî were pêşwazîkirin. Berxwedan di nava PKK'ê de tê wateyeke bi vî rengî. Nabe ku bi rengekî teng bê nirxandin. Hem xeta siyasî/îdeolojîk temsîl dike, hem jî nîşaneya berxwedana civakî ye. Çalakiya Mazlûm Dogan bi vî rengî bû. Di Newrozê de bi tena serê xwe pêk anî. Lê belê berxwedana Mazlûm Dogan Zindana Amedê rakir ser piyan. Berxwedêriya PKK'ê pêşengî ji berxwedaneke mezin re kir. Ne xeteke welê ye ku berxwedêr bêje 'min wezîfeya xwe kir, ev têra min dike'. Xeta ku di şexsê berxwedêr re berbiçav bûye, rastiyeke îdeolojîk/siyasî vedibêje. Bi vê yekê re tê wateya berxwedaneke civakî. Ev yek ne nîşandana lehengiya şexsî, ya jî hêza şexsî ye. Bêguman taybetmendiyên şexsî di çalakiyeke bi vî rengî de xwedî rol e. Lê belê civakîbûna wê, rastiya berxwedana PKK'ê ye."