'Jehrkuja tundiyê, tundiya şoreşgerî ye'

Ji fermandarên gerîla Ayhan Sîpan got, "Jehrkuja tundiya dewletê, tundiya şoreşgerî ye. Tundî çiqasî zêde bibe, divê tundiya şoreşgeran jî ewqasî zêde bibe."

Di salvegera 37. a darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î de, yek ji fermandarên gerîla Ayhan Sîpan ji ANF'ê re axivî û ev mijar nirxand.

PKK WEKE GEFEKÊ HATE DÎTIN

Sîpan diyar kir, Tevgera Apoyî piştî ku sala 1978'an kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî û dest bi mezinbûn û pêşketinê kir, ji aliyê dewleta Tirk ve weke gefekê hate dîtin û got, "Li dijî vê yekê Amerîka û gladyoya NATO'yê kete dewrê û derve ve xwestin tevgera şoreşgerî, ti taybetî Tevgera Apoyî bitepisînin. Ji ber ku Tevgera Apoyî gelê Kurd ji nû ve zindî kir. Rêbertî digot, 'vejîn temam bûye, dor hatiye rizgariyê'. Rêbertî di vê çarçoveyê de bi PKK'ê re gelê Kurd ji gorê derxist, rakir ser piyan, gel bi rêxistin kir û vexwend ku li dijî faşîzmê, dîktatatoriyê şer bike, li ber xwe bide. Bi vî rengî bingehek amade kir. Ev bingeh, ev rêxistinbûn, ev rêbaza şer ji aliyê dewleta Tirk ve weke xeteriyê hate dîtin. Ji ber ku zanîbûn, îdeolojiya Rêberê me ne tenê rizgariya gelê Kurd esas digire, lê rizgariya hemû gelên bindest ên cîhanê esas digire, mezinahiya xeteriyê jî zanîbûn. Ji xwe sedema kirina komploya 1999'an jî ev e. Dewleta Tirk a mêtinger bi desteka NATO û Gladiyoyê, 12'ê Îlona 1980'î darbeya faşîst kir. Ji bo tevgera Apoyî û hemû tevgerên sosyalîst ên Tirk bitepisîne, tasfiye bike û kadroyên pêşeng zevt bike, kete nava hewldaneke bi vî rengî."

PKK LI DIJÎ 12'Ê ÎLONÊ LI SER PIYAN MA

Sîpan anî ziman, ku dewleta Tirk di nava tevgerên Tirk de ev armanca xwe hinekî bi ser xist û wiha dewam kir: "Teslîmiyetan dest pê kirin, tevger ji hev belav bûn. Eger heta niha jî hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyê gaveke xurt nekarîne biavêjin, ev yek ji ber vê darbeyê ye. Yekane tevgera ku karîbû li hemberî faşîzma 12'ê Îlonê li ser piyan bimîne PKK ye. Li zindana Amedê bi zêdekirina êşkenceyê re xwestin PKK'ê bitepisîne, teslîm bigire. Esat Oktay ê bi vê armancê hate amadekirin, xwest kadroyên pêşeng ên berxwedêr ên PKK'ê bê îrade bihêle û teslîm bigire. Êşkenceyeke ku li cîhanê qet nehatiye dîtin, xiste meriyetê.

BERXWEDANÊ HÊVÎ JÎ MEZIN KIR

Xwestin ku bikin tevgera Apoyî bêje 'diviyabû me gelê Kurd ji gorê ranekiribûya'. Polîtîkaya li zindana Amedê meşandin, di vê çarçoveyê de bû, lê bi ser neketin. Pêşengên me yên mezin Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û gelke hevalên me bi xurtî li ber xwe dan û pêşî li vê planê giritn. Vê berxwedanê ruh da hemû gelan, hêviya berxwedanê mezin kir. Berxwedana di şexsê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Kemal Pîr. M. Hayrî Dûrmûş û gelek hevalên me dest pê kir, heta roja îro mezin bû û bi pêş dikeve."

BERXWEDAN ÎRO JÎ DIDOME

Di dewama axaftina xwe de Sîpan bi bîr xist, ku di nava gelên Rojhilata Navîn de potansiyeleke mezin a berxwedana li dijî faşîzmê heye û anî ziman, ji raperîna Mazdek heta raperîna Şêx Bedrettîn, ji raperîna Şêx Bedrettîn heta raperînên Şêx Seîd û Dersîm^,e daxwaza şer û têkoşîna li dijî mêtingeriyê het tim heye.

Sîpan destnîşan kir ku potansiyel heye, çirûskeke biçûk veguhere agirekî gurr û got, "Faşîzm ji ber ku bi vê zane, bêyî agir gurr bibe xwest vemirîne. Lê bi ser neket. Texmîn nekir ku wê têkoşînek mîna çûka Anka xwe ji xweliyên xwe ji nû ve biafirîne, derkeve holê. Afirînerê vê têkoşînê Rêber Apo ye. Berxwedana li zindana Amedê dest pê kir mezin bû û gihîşt çiyê. Vê berxwedanê bi xwe re heval Egîd, heval Zîlan, heval Bêrîtan afirand. Ev berxwedan îro jî dewam dike."

DIVÊ EM DILSOZÊ VÊ ŞIYARÊ BIN

Sîpan şiyara "Berxwedan jiyan e" ya Mazlûm Dogan a li dîwêr nivîsandî bi bîr xist û destnîşan kir, ku divê ew vê gotinê ji xwe re esas bigirin, li gorî vê li ber xwe bidin û têbikoşin. Sîpan got, "Divê em şiyara 'teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan jî rê li ber serketinê vedike' esas bigirin û li dora têkoşînê li hev bicivin. Lazim e em bi vî rengî bijîn."

BI BERXWEDANÊ EM DIKARIN BI SER BIKEVIN

Sîpan anî ziman, eger ew bi vî rengî nejîn û teslîmî modernîteya kapîtalîst bibin, hingî teslîmî faşîzma 12'ê Îlonê dibin û wiha dewam kir: "Modernîteya kapîtalîst û faşîzma 12'ê Îlonê ji hev ne cuda ne. Li gel vê yekê, divê em berxwedana xwe ya li dijî zextan mezin bikin. Tundî çiqasî zêde bibe, divê tundiya şoreşgerî jî ewqasî zêde bibe. Eger bi vî rengî nebe, hingî wê teslîmiyet, qebûlkirina faşîzmê derkeve holê. Ev jî ne tiştekî ku ji aliyê şoreşgerên Rojhilata Navîn ve were qebûlkirin. Lewma bang li her kesî dikim ku li dora berxwedanê li hev bicivin, bi taybetî xwedî li Rêbertî derkevin. Divê em li her derê berxwedanê geş bikin. Rêya yekane berxwedan e. Bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin."