Iraq: Petrola Kerkûkê wê ji Îranê re were şandin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên Libêhî ragihand ku ji meha bê şûnde wê petrola Kerkûkê bifiroşin Îranê.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên Lihêbî eşkere kir ku wê di meha bê de rojane 30 hezar varîl petrola Kerkûkê bifiroşin Îranê.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên ji ajansa Reutersê re ragihand ku wê di dawiya  vê mehê de dest bi şandina petrola Kerkûkê ya ji Îranê re bikin û wiha got; "Hikûmeta Iraqê, beriya ku ev meh xilas bibe, wê li bîrên petrolê yên li bakûrê Kerkûkê dest bi şandina petrolê ya ji  Îranê re bike. Biryar e di destpêkê de rojane 30 hezar varîl petrol bi rêya tankeran ji rafîneya (palîngeh) Kirmaşanê re bê şandin."

Di meha borî de Îran û Iraqê li ser vê meseleyê peymanek îmze kiribûn û ragihandibûn ku wê petrola Kerkûkê bi rêya tankeran bişînin Îranê.

Petrola Kerkûkê beriya niha bi xeta boriyan a Kerkuk-Ceyhanê dişandin Tirkiyeyê. Lê belê ji ber referandûmê dewleta Tirk biryar da ku bazirganiya petrolê bi hikûmeta navendî re bike.