BI DÎMEN

'Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe'

Serokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku biryara girtina 3 partiyên Iraqî tenê bi kêrî berjewendiyên dewleta Tirk tê û diyar kir ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ber bi rojeveke tarî ve diçe.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî têkildarî biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraqê ji ANF'ê re axivî.

Hisên Hecî di destpêka axaftina xwe de biryara girtina partiya wan û 2 partiyên din ên Iraqî piştî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a li Bexdayê û ragihandina peymana ji 27 xalan hate dayin û anî ziman ku zext û êrişa li ser PADÊ siyasî ye.

Hisên Hecî diyar kir ku rejîma AKP-MHP'ê û hikumeta navendî ya Iraqê ji aliyê ewlekarî, siyasî, bazirganî ve li hev kirine û got, "Bi nêrîna min, girtina wan partiyên siyasî ji serdana Erdogan ne qut e. Bi taybetî destketiyên Şengalê ên di nava 10 salan de hatin bidestxistin, hem di aliyê hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê civakî ve ew xistin nava tirsê. Ev civak ev 10 sal in daxwaza mafê xwe dike. Ji aliyê ragihandinê, siyasî û li qada navnetewetî, di dîplomasiyê de, her wiha di hilbijartinan de pêşveçûn çêbûn. Wan dîtin ku PADÊ bi pêşve de diçe, xwestin vî karî bidin sekinandin."

'PARTIYA ME PARTIYA ŞEHÎDAN BÛ'

Hisên Hecî destnîşan kir ku li pişt biryara li dijî PADÊ armanceke siyasî heye û got, "Ev partî bi keda şehîdan, bi keda şehî Seîd Hesen hatiye avakirin. Ji TEVDA'yê heta roja îro pêş ve çû û mezintir bû. Biryara girtina her sê partiyan li ser vê esasê hate girtin. Parlamenta Iraqê di bernameya xwe ya 3'ê Tebaxê de plan kiribû ku efûyek ji bo çeteyên DAÎŞ’ê derbixe, tevî ku destê wan di xwîna Iraqî û bi taybetî jî di xwîna Êzidiyan de heye. Bila carekê ji xwe bipirsin, bi hewldanên bi vî rengî wê karibin birîna Êzidiyan derman bikin an na. Civakek ku heta niha jî hiqûqa wan bi ser vê erdê nehatiye dayîn e, niha bûye hedefeke zextên siyasî."

'MAFÊ ME HEYE EM ÎTIRAZ BIKIN'

Hisên Hecî got, "Dadgeha Iraqê dema biryara girtinê da, mafê îtîrazê jî da. Em jî ji bo îtirazê li biryarê bikin û nerazîbûna civaka xwe nîşan bidin di nava hewldanan de ne. Em ê jî îro peyama civaka xwe bigihînin dewleta Iraqê. Ka bila delîla nîşan bidin ka PADÊ çi karekî derhiquqî meşandiye. Çi metirsiya PADÊ îro li ser ewlekariya Iraqê heye. Dîsa çi eleqeya PADÊ bi dewletên derve re heye. Tiştekî bi vî awayî nikarin îspat bikin, em bawer dikin eger rastî jî qanûnên wan û pergala wan mafê mirovan biparêze, em ê jî îtîraza xwe ragihînin û dibe ku ji biryara xwe paşve bizivrin. Eger rastî jî gumanên wan hebûna çima beriya niha nehatin gotin gilî û gumanên bi vî rengî ser we hene."

'IRAQÊ GIRTINA PADÊ JI XWE RE WEKE SERKETINEKÊ DÎT'

Serokê PADÊ li ser mijara ku têkiliya wan bi PKK'ê re datînin jî got, "Çima beriya girtina PADÊ lêkolînek çêne kirin, yan jî em nehatine agahdarkirin. Çi eleqeya me niha bi PKK’ê re heye? PKK’ê hat û erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk anî. PKK sala 2018’an ji Şengalê bi amadebûna dewleta Iraqê derket. PKK li ser asta gelan û navneteweyî têkoşîna xwe didomîne. Bi rastî jî yên ku di vî alî de me sûcdar dikin, divê were zanîn bi awayek siyasî em hedef girtin. Bi vî awayî xwestin di dema gel vedigere Şengalê de tevlîhevî derxînin û rojeva millet biguherînin, da ku li ser rojeva xwe ya esasî nesekinin. Em ê li gorî wan qanûnan doza heqê xwe bikin. Divê em vê heqîqetê bibînin, îro 10 sal bi ser fermanê derbas bûne, heta niha komkujî li dijî Êzidiyan dewam dikin, gel hîna li ser rêya koçberê ye, heta îro amarên rast jî nehatin derxistin, heta îro îdareyek çê nebûye, heta îro daxwaza edalet û heqê ya Êzidiyan pêk nehatiye. Tiştên ku îro li Şengalê li dijî Êzidiyan tên kirin, berpirsyariya DYE û Iraqê ne. Divê dest ji wan planên xwe yên siyasî berdin."

'IRAQÊ BI DAXWAZA TIRKIYEYÊ BIRYARA GIRTINA 3 PARTIYAN DA'

Serokê PADÊ Hisên Hecî herî dawî got "Girtina van her sê partiyan ne li gorî berjewendiyên Iraqê ye, ev biryarên li gorî berjewendiyên dewleta Tirk in. Ev îcazeya xwe li ser vê milletê digirin, şeriyetê tînin ku Tirkiye îro dagirkeriyê bike û şerê siyasî bimeşîne. Iraq bi girtina her sê partiyan li ser hesabê milletê Êzidî, xizmeta dijmin dike, bi vî şewazê Iraq ber bi rojevek tarî ve diçe."