Huseyin Denîz di salvegera 29’an a qetilkirina xwe de hate bibîranîn

Nûçegihan Huseyîn Denîz di salvegera 29’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Rojnamevan Zeynel Bûlût ê di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku Denîz salên 90’î bû dengê gel.

Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku di 9'ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin, di 29'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Serêkaniyê hate bibîranîn. Xwişka Denîz Newroz Denîz, kurê wî Şervan, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê, Rojnamevan Hakki Boltan, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, rêxistinên HDP'ê yên Riha û Serêkaniyê û gelek eks tevli bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir û kesên tevli bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Denîz.

Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan, diyar kir ku di ser qetilkirina Denîz re 29 sal derbas bûne û got: "29 sal berê em bi nûçeyekê hesiyan. Hevalê Huseyîn hat qetilkirin. Hevalê Huseyîn nehat jibîrkirin, lê yên wî kuştin hatin jibîrkirin. Ji bo siberoj xweştir bibin nivîs nivîsîn. Nazim Babaoglû, Denîz Firat û gelekên din jî bi heman awayî têkoşiyan. Kesên Huseyînekî kuştin, bîr nebirin dê bi hezaran Huseyîn û rojnamevan bên. Ên wî kuştin, dê winda bikin. Em li cem kesên dê tu carî neyên jibîrkirin in. Em ê keda wan ji bîr nekin."

Piştre li ser navê Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê Zeynel Bûlût axivî û got: "Em di rojeke girîng de nivîskarê xwe bibîr tînin û em xwe li ber têkoşîna wî ditewînin. Li hemberî hemû zor û zehmetiyan bi pênûsa xwe li ber xwe da û bû hedefa dewletê. Hat qetilkirin. Rojnamevan, nivîskar, rojnamevan bû û di heman demê de şagirt û xwarziyê çinarê çapemeniya azad Mûsa Anter bû. Di salên 1990'î de bû dengê vî gelî û li ber zext û zoriyan guhên xwe negirt. Îro bi hezaran peyrewên wî vê rêçê dişopînin. Ev, ji bo em cihê kêfxweşiyê e. Peyrewên wan tu carî dev ji têkoşîna wan bernedan û mezintir kirin. Heya em hebin, dê têkoşîna wan jî bidome. Dê têkoşîna wan bi azadiyyê bilind bibe."

Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî di şexsê Huseyîn Denîz de hemû xebatkarên çapemeniyê yên hatine qetilkirin bibîr anîn. Surucu, diyar kir ku 29 sal di ser qetilkirina Denîz re derbas bûne û got: "Hêzên tarî nedixwestin rastî aşkere bibe û çapemeniya azad hedef girtin. Yek ji wan jî Huseyîn Denîz bû. Girêdayî pêşeroja xwe bû û heta dawiyê ji bo vê têkoşiya. Beriya wî rojnamevanên hatibûn qetilkirin hebûn û piştî wî jî. Rojnamevanekî wekî APê Mûsa hat qetilkirin. Dê li şûna wî jî binivîsanda, lê hêzên tarî ew ji nav me birin. Em dizanin kujer kî ne. Çi dikin bila bikin dê rastî derkeve holê."

Surucu, bibîr xist ku duh jî salvegera mirina Rojnamevan Denîz Firat bû ku li Mexmûrê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû qetilkirin û got: "Îro bi dehan rojnamevan girtî ne. Feraseta ku Huseyîn Denîz û Denîz Firatê qetilkirin û rojnamevan digire, heman feraset e. Lê çi dikin bila bikin dê nikaribin dengê çapemeniya azad bitepisînin. Îro bi hezaran xebatkarên çapemeniya azad ji bo rastiyan têdikoşin. Em ê alaya wan a têkoşînê bilindtir bikin."

Li ser navê malbata Denîz jî xwişk Newroz Denîz axivî û got: "Ji ber ku we em tenê nehiştin, mala we ava."

Yûsûf Serhat Bûcak ku gava Denîz hat qetilkirin rêvebirê Rojnameya Ozgur Gundemê bû, ji Ewropayê bi rêbaza vîdeo konferansê tevli bîranînê bû. Bûcak got: "Ji bo biçe Amedê bi rê ket, wê kêliyê hat kuştin. Xebera şehadeta wî gihaşt me û em çûn Rihayê. Riha hemû li wir bû."

Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.