Hunermendên Rojhilatî û Başûrî bang kirin

Hunermendên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û ji bo meşa li Silêmaniyeyê bang kirin.

Hunermend, rewşenbîr, nivîskarên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandan, meş, civînan û peyamên li medya civakî nerazîbûnê nîşanî dagirkeriyê didin.

REZZAZÎ JI BO MEŞA SIBE YA LI SILÊMANIYEYÊ BANG KIR

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Nasir Rezzazî ji ANF'ê re axivî û bang li Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir û bal kişand ser êrîşên giran ên li dijî Rojava.

Rezzazî got, "Bi taybetî bang li gelê Başûr û yê li Silêmaniyeyê dikim ku sibe saet 14:00 beşdarî mşeê bibin. Em li Rojava bibin xwedî ji ber ku ew dever warê bav û kalên me ne."

QEREDAXÎ: BERXWEDAN A ME HEMÛYANE

Ji kemanvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Enwer Qeredaxî jî nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da û ji bo meş û mîtînga li Silêmaniyeyê bang li gelê Başûr kir ku bi xurtî tevlî bibe û bersiveke mezin bidin dagirkeran.

Qeredaxî got, "Ez ji Kurdên bi şeref û rûmet bi taybetî ji hunermendan, ji tevahiya gelê me yê li Silêmaniyeyê û yên li derveyî Silêmaniyeyê dixwazin ku tevlî meşa li Silêmaniyeyê ya Înê bibin. Divê em bi yek dengî di vê meşê de bersivê bidin dijminê xwe yê dagirker."

ATÛF: EM NÎŞAN BIDIN KU ROJAVA NE BI TENÊ YE

Lîstikvanê sînemayê û derhêner Şivan Atûf ê ji Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê da. Atûf berxwedana rûmetê ya şervan û gelê Rojava silav kir û got, "Ji gelê me yê Başûr bi taybetî yên li Silêmaniyeyê û derdora wê dixwazim ku sibe tevlî meşê bibin. Bi meşeke girseyî em bersivê bidin dagirkeriyê. Em nîşan bidin ku şervanên me yên li Rojava di çeperan de li ber xwe didin bi tenê nînin. Em nîşanî dinyayê bidin ku em li pişt Rojava ne."