Hunermendên Kurd piştî civînên li Başûr daxuyaniyek dan

Şandeyek ji hunermendên çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêşîgirtina şerê Kurd bi Kurd berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê û li gel gelek aliyan civiyan û piştre daxuyaniyek da çapemeniyê. Hunermendan bal kişand ser metirstiya li nava Kurdan.

Hunermendên Kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê ku ji duh ve li Başûrê Kurdistanê ne û li gel aliyan hevdîtinan dikin, di saetên êvarê de li Otêla Dedeman a Hewlêrê civînek çapemeniyê li darxistin. Hunermendan yek bi yek nêrînên xwe li ser dagirkeriya Tirk û metirsiya ku şerê Kurd bi Kurd bi xwe re bîne anîn ziman.

Hunermendên Kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê ku li dijî dagirkeriyê û hewldanên şerê Kurd bi Kurd li Hewlêrê civînek çapemeniyê li darxistin. Hunermendan gotin: “Şerê Kurd bi Kurd xencereke jehriye dijmin li me dixe. Ger partiyên Kurd nikaribin bi hev re rûnin û bi giftugoyê pirsgirêkan çareser nekin, ev metirsiyek mezine li ser Kurdistanê.”

Diyar Dersim: Em hunermend şerm dikin behsa şer bikin. Em niha metirsiya şerê Kurd bi Kurd dibînin. Em di wê baweriyê de ne gelê me piştgiriya me bike û rê nedin şerê Kurd bi Kurd rû bide. Em dizanin ev şerê Kurd bi Kurd xencereke jehriye ku dijmin li me dide. Em wek hunermend aştiyê dixwazin.

Nasir Rezazî: Dagirkerên Kurdistanê çi ji destê wan tê bi hev re li dijî Kurdan dikin. Ger partiyên Kurdistanê nikarin bi giftugo û aştiyê rûnin, ev metirsiyek mezine li ser Kurdistanê. Dagirkerên Kurdistanê dixwazin Kurd nemînin. Em carek din daxwaz dikin bila ev şer rû nede. Emerîkayê ji partiyên Kurdî re gotiye ger hun ne yekbin em piştgiriya we nakin. Şerê navxwe ezmûna herî mezin nişanê me da. Ger şerê navxweyî derneketiba niha Kurdistan deh qatê din pêşkeftibû. Daxwaz ji hemû hunermend, nivîskar û rêxistinên Kurdistanê dikim, li dijî vî şerî bêdeng nemînin.

Şehên Talebanî: Wek Kurdek daxwaz dikim hizbên Kurd dest ji vî şerî berdin. Ma çima em hevdu bikujin. Hêviya min ji hizbên Kurdî ew e ku gelê Kurdistanê bi fikirin. Ez piştrast dikim ku metirsî li ser Kurdistanê heye û daxwaz dikim carek din şer dernekeve.

Şivan Perwer: Ger em bi xwe xwe neparêzîn, ti welatek din nayê gelê me naparêze. Li her derê cihanê Kurd hene. Li Emerîka, Awustralya û Ewropayê Kurd hene, lê li ti cihek Kurd nayên parastin.

Piştre hunermendên din jî nêrînên xwe anîn ziman û civîna çapemeniyê bi dawî bû.