Hunermendên Kurd ji bo Newrozê banga tevlîbûnê kirin

Hunermendên Kurd beriya pîrozbahiya Newrozê bang li her kesî kirin ku îsal hîn bi coş û bi ruhê Newroza sala 1990'î tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Ji salên 1990'î heta niha gelê Kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe. Newroz îsal dê bi daxwaza azadî, edalet, aştî û yekîtiyê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Newroz wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê ji aliyê milyonan ve bê pîrozkirin. Gelê Kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newrozê piroz dike. Gelê Kurd ku bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan Kurd Newrozê pîroz dikin.

Hunermendên Kurd beriya pîrozbahiya Newrozê bang li her kesî kirin ku îsal hîn bi coş û bi ruhê Newroza sala 1990'î tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

‘BI RUHÊ ŞOREŞGERÎ EM NEWROZÊ PÎROZ BIKIN’

Kadir Çat: Di Newroza 2021’an de ez hêvî dikim ku li çar parçeyên Kurdistanê Kurd yekitiya xwe ava bikin û ji bo parastina destketiyên Kurdan têkoşîna xwe mezin bikin. Hewceye ku em li çar parçeyên welat bi ruhê yekitiyê dakevin qadên Newrozê û li dijî dijminan yekitiya xwe nîşan bidin. Bi ruhê yekitî û berxwedanê ez bang li tevahiya gelê Kurd dikim ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. Werin em bi hevre bi ruhê şoreşgerî Newroza xwe pîroz bikin.

'BI RUHÊ NEWROZA 1990’AN EM NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'

Azad Bedran: Newroz cejn e, serhildan e û berxwedana gelan a li dijî zilmê ye. Bi ruhê berxwedanê ez Newroza tevahiya gelên Kurdistanê, gelê Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikim. Newroza sala 2021’an bila bibe wesîleya aştî û biratiya gelên bindest. Bi taybetî jî bila bibe roja aştî û yekitiya Kurdan. Divê tevahiya gelên Kurdistanê bi ruhê Newrozên salên 1990’î û Newroza Cizîr û Nisêbînê bere xwe bidin qadên Newrozê. 

Ez ji 10 saliya xwe heta niha bi awayek çalak weke muzîkjen tevlî Newrozan dibim û ez vê Newrozê jî gelek bi coş û kelecanim. Her çiqas sala buhrî ji ber şewbê bi awayek girseyî me Newroz pîroz nekir ez îsal bawerdikim ku wê ruhê Newroza 1990’an derkeve pêş. Ez îsal tevlî Newroza Çewlîg û Wanê dibim lê weke her welatiyekî Kurd dilê min li Amedê lê dide.

'BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE'

Şîlan Dora Yuksekkaya: Newroz cejn, serhildan, hêviyên dayikan û berxwedana gelan e. Newroz têkoşîna li dijî bindestî û zilmê ye. Li dijî hemû êrîşan, cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê werin em qadan tije bikin. Divê gelê Kurd di Newroza îsal de ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd rola xwe bilîzin û bi al, duruşme û tiliyên jinan qadan tije bikin.

YEKITIYA NETEWEYÎ

Ahmet Jiyara: Berî her tişî Newroza gelên Kurdistanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku Newroza îsal bibe wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurd. Ez bang li tevahiya Kurdan dikim ku bi ruhê berxwedanê tevlî Newrozê bibin û qadan tije bikin.

'ROJA SERHILDAN Û BERXWEDANÊ'

Helîmê Omerî: Di serî de Newroza 2021’an li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jî gelê berxwedêr gelê Kurd pîroz be. Newroz roja serîhildan û roja berxwedanê ye. Bi ruhê Newroza salên 1990’î em li qadên Newrozê li benda gelên xwe ne.