Hunermend û rewşenbîrên Rojhilat: Rê nedin şerê navxweyî
Hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê yên têkildarî êrîşa li Zînî Wertê daxuyaniyek hevpar dan, diyar kirin ku divê li herêmê rê neyêdayîna şerê navxweyî.
Hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê yên têkildarî êrîşa li Zînî Wertê daxuyaniyek hevpar dan, diyar kirin ku divê li herêmê rê neyêdayîna şerê navxweyî.
Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin: “Aloziya ku li Zînî Wertê derketiye, ger di demek zû de pêşî lê neyê girtin û li şûna çekê giftûgo neyên destpêkirin û çareserkirin, wê Kurd li herêmê zirerê bibînin. Wê gelê Kurd ji partiyên Kurdî bêhêvî bibe û bawerî bi wan neyne. Her wiha wê dilê welatên dostê Kurda ji doza rewa ya Kurdî sar bibe.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola saziyên çapemeniyê û hate gotin, ragihandina Kurdî dikare di nava aliyan de derfeta diyalogê li ser mijarên aloz û bi nakok bi afirîne. Her wiha bang li hemû rayedar û saziyên çepemeniyê hate kirin bi berpirsyartiyek dîrokî nêzî mijarê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji raya giştî ya Kurd, aliyên siyasî û saziyên civaka sivîl hate kirin, ji bo berjewendiyên netewî û ji bo bidawî anîna aloziya li Zînî Wertê bikevin nava hewildanan.
Kesên ku îmze di binê daxuyaniyê de dane navê wan ev in;
Ferzane Celalî
Fatîme Kerîmî
Rehman Ciwanmerdî
Xelîl Pêş Nemaz
Mesûd Fethî
Cehangîr Ebdulayî
Aram Melkşa
Teyîb Tahirî
Îlham Cihangerd
Herdewêl Kakeyî
Ehmed Zînî Wend
Necmedîn Xulamî
Ehmed Bazgir
Kalê Ateş
Reşad Mistefa Sultanî
Ebdullah Mistefa Sultanî
Kemran Metîn
Ebas Welî
Burzu Elyas
Alan Hesen Niya
Rehîm Sirxî
Gulruh Qubadî
Kemal Silêmanî
Elî Mehmud
Zahir Cenbelî
Ihsan Heqîqî Nejadî