Hunermend Hesen Zîrek li Silêmaniyê hat bibîranin

Hunermend Hesen Zîrek di 51’emîn salvgera koça xwe ya dawî de li Silêmaniyê hat bibîranîn.

Li Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê îro di saetên êvarê de, ji bo 51’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Hesen Zîrek merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma biranînê ji aliyê Komeleya Hunermendên Mîllî, Mala Çandî ya Sofî Kerîm, Çanda Hûnerî ya Dilxwaz û Dezgaha Çapemeniyê ya Geryan hat organîzekirin. Di bernameya bîranînê de stranên Hesen Zîrek hatin gotin.

Gelek keseyat û hunermend tev li merasîma bîranînê bûn û jiyanameya Hesen Zîrek di merasîmê de hate xwendin, 35 hûnermend û komên ku Zîrek bi bîr anîne hêjayê xelatê Hesen Zîrek hatin dîtin.