Hunermend Ferîqî li ser gora xwe hate bibîranîn

Hunermed Merziye Ferîqî di salvegera 14’an a wefata xwe de li ser gora xwe bi tevlîbûna dehan kesî hate bibîranîn.

Li Silêmaniyê hunermend Merziye Ferîqî li ser gora xwe bi merasîmekê hate bibîranîn. Di merasîmê de hunermend, çalakvanên jin yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û gelek kesên din amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Jînameya Ferîqî ji aliyê Evîn Nesrîn ve hate xwendin.

Li ser navê rêveberiya rewşenbîrî ya Silêmaniyê Azad Bayîz axivî û destnîşan kir ku Merziye di huner û têkoşînê de karî parastinê li mijara netewî bike.”

Di merasîmê de peyama rêxistina Niwêger û Geşepêdana Huner ji aliyê Robar Mihemed ve hat xwendin û ev hate gotin; “Merziye Ferîqî kesayetek dîrokî ye. Ji ber ku Merziye hunermedeke netewî bû. Em soz didin ku li ser rêya wî bimeşîn.”

Berpirsyara komîteya peywendiyên KJAR’ê Ciwana Sine jî da xuyakirin ku Merziye karî wek hunermendek dayik û têkoşerek pênaseyek rast di navbera huner û siyasetê de nîşan bide û got: “Di stranên xwe de behsa derdê jinan dike.”

Nûnera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem diyar kir ku Merziye ji bilî hunera xwe pêşmerga eniya şer bû û karî têkoşînê bike.

Merziye Ferîqî di temenê xwe yê 47 salî de 18’ê Îlona 2005’an ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Merziye li ser daxwaza wê li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê hatibû veşartin.