Hûn kê li welatê kê diqedînin?

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed pirsa "Hûn ê kê biqedînin?" pirsî û got, "Eger li vê xakê yek hebe ku divê bê qedandin û tasfiyekirin, ew jî dewleta Tirk e."

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed got, "Ev der xaka me ye, hûn nikarin me li welatê me tune bikin" û bal kişande ser biryardariya gerîla ya li hemberî dagirkeriyê.

Berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medya derbasî meha 6’an bû. Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed ji ANF’ê re behsa êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla kir û diyar kir ku desthilata Tirk bi dewamî li ser medyayê îdîa dike ku wê dawî li gerîla bîne û tune bike.

Jiyan Amed pira "Hûn ê kê biqedînin?" kir û wiha dewam kir, "Eger ku li vî welatî hin hebin ku wê werin tunekirin û tasfiyekirin, ew jî dewleta Tirk e. Bêyî teknîka di destê wan de cesaret nakin gavekê biavêjin. Hevalên me berxwedaneke xurt dikin û vîneke mezin nîşan didin. Dewleta Tirk tenê xwe dixapîne û zane ku wê bi temamî têk biçe. Ev der welatê me ye. Dewleta Tirk dibêje ku wê li xaka me me tune bike. Hûn li welatê kê, kê tune dikin? Em hevalên şehîd ên dibêjin 'Ev der xaka me ye, welatê me ye, hûn nikarin werin û me di xaka me de tune bikin', em ê vê berxwedanê mezin bikin."

YEK TENÊ JÎ JI ME BIMÎNE WÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞER BIKE

Jiyan Amed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji mêj ve zane ku di vî şerî de li bin ketiye û xwest ku dewleta Tirk û hevkarên wê zanibin ku "Ger ji me yek kes jî bimîne wê heta dawiyê li ber xwe bide. Ev der Kurdistan e, çawa ku gelê Kurd li hemberî kesî serî netewandiye, wê li hemberî vê dagirkeriyê jî serî netewîne."