HRW: Erdogan mafê Kurd û çendîn pêkhateyên din bin pê kiriye

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Cîhanê (HRW) di rapora xwe ya herî dawî de ya li Tirkiyeyê îşare pê kiriye ku hikumeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Erdoga mafê çendîn kom û pêkhateyên cuda yên li Tirkiyeyê bin pê kiriye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora ku îro belavkirî de îşare bi hewldanên Erdogan û dadgeha Tirkiyeyê ya ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û batalkirina mafê wekîltiyê ya wekîlên HDP’ê dike kiriye.

HRW dibêje, “Di guhertinên dawî yên li Tirkiyeyê de piraniya tundûtîjî û binpêkirinên çêbûnî li dijî Kurd, muxalefet, jin û çalakvanên demokrasî û mafê mirovan bûye.”

HRW’ê her wiha behsa betalkirina mafê parlementeriya parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû dike ku hefteya bihorî ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve bi piraniya dengên AKP û MHP’ê hatibû erêkirin û wiha dewam dike, “Ew gava Tirkiyeyê kir ku Gergerlîoglû bibe yek ji wan hezaran qurbaniyên ji ber binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê.”

Rêxistinê bal kişandiye ser hewildanên Erdogan yên ji bo girtina HDP’ê û wiha pêde diçe: “Hewldanê Erdogan yê ji bo girtina HDP’ê mafê bi milyonan Kurdê wî welatî kiriye armanc û prensîbên demokrasiyê lekedar kiriye. Di nava 30 salên bihorî de Tirkiyeyê 5 partiyên nêzî Kurdan girtiye û dadgeha wê 687 kes ceza kirine ku piraniya wan endam yan parlementerên wan partiyan bûne û li Tirkiyeyê piştîvanê Kurdan bûn.”

HRW’ê di beşek din a rapora xwe de wiha îşare bi pîrozbahiya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê kiriye: “Di rojên 20 û 21’ê Adarê de Kurd û hilbijêrên HDP’ê pîrozbahiya sala nû ya Kurdî (Newroz) kirin û nerazîbûna xwe li dijî binpêkirinên li Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan û HDP’ê nîşan daye, lê hikumeta Tirkiyeyê dest bi lêkolîna endam û pêşengên HDP’ê ya ji ber tevlîbûn û axaftinên wan a di pîrozbahiyê de kirinî kiriye.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan her wiha dibêje, “Hikumeta Erdogan daxwaza dadgeha Ewropayê ya ji bo mafê mirovan jî binpê kiriye ku daxwazkiribûn pêşengê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û çalakvanê mafê mirovan yê li Tirkiyeyê Osman Kavala azad bike.”

Li gorî raporê ji bilî Kurd û HDP’ê hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê jin, Hevzayenxwaz û çalakvanên demokrasiyê bûne qurbaniyê binpêkirinên mafê mirovan û rê û resmên demokrasiyê. HRW wiha rapora xwe domandiye, “Berpirsên hikumetê bi rengekî eşkere axaftin û daxuyaniyan li dijî hevzayendxwazan didin, gel jî ji ber berzkirina ala wê komê tên destgîrkirin, ew yek ji bilî destgîrkirin û tirsandina parêzerên mafê mirov û çalakvanên civaka sivîl tên kirin in.”

HRW di dawiyê de bang li Yekîtiya Ewropayê dike ku di dema civîna xwe ya rojên 25 û 26’ê vê mehê têkiliyên xwe ya bi Tirkiyeyê re li berçavan re derbas bikin, bi rengekî eşkere rewşa mafê mirovan a li Tirkiyeyê vebêjin û wê wek hêcet bigrin dest, her wiha dikare Tirkiyeyê neçar bikin dawî li êrîşên xwe yên li ser muxalefetê û binpêkirinên dijî mafê mirov bîne.