HPG: Wesayîta zirxî hate rûxandin, 11 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3’yê Cotmehê li Bazîdê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk rûxandine, di vê çalakiyê de 11 leşker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya HPG’ê hate belavkirin, 4’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin û 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li navçey Elkê ya Wanê jî kolberek ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî parve kir:

WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serktinê ya Şoreşgerî ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin de, 3’yê Cotmehê saet 07:30’î de li dijî artêşa Tir ka dagirker li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyên hemwext hatine kirin.

Hêzên me yên YJA Star, li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ku hêzên veşartî li nav ku ber bi Qereqola Gurbûlakê ve diçû çalakiyek kirin. Çalakiya ku ji nêz ve bi xurtî li hedefê hate xistin de bi temamî wesayît hatiye rûxandin.

Hêzên me dîsa girên ewlekariya Qereqola Vedat Ozkaya û Qereqola Ayî Beg kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper, kozik û wesayîtên zirxî yên li herdu giran hatin xistin de tankek û wesayîteke zirxî û cîhaza radarê li ser hate rûxandin. Di van çalakiyên hemwext hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 11 leşker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. Hêzên dagirker piştî çalakiyê qad bi obus, topên hewanan bomberdûman kirin.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 4’ê Cotmehê saet 12:30’î li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Xergol ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku kozik û çeperên dijmin hatin hedefkirin, bi xurtî hatin lêdan û 2 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker, bi obus, hewanan derdor bombe kirin.

KOLBEREK HATE QETILKIRIN

1’ê Cotmehê hêzên dagirker li devera Geliyê Masîor ê girêdayî navçeya Elkê ya Wanê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên dagirker ên li deverê xebatên lêgerîn û lêkolînê dikirin, kolberên li ser xeta sînor kirin hedef û kolberek jiyana xwe ji dest da. Ev opersyona 3’yê Cotmehê paşve vekişiyaye.”