NÛ BÛ

HPG: Wan îspat kirin ku mîlîtanên Apoyî yên mînak in

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got “Ev hevrêyên me yên fedaî yên ku şehîd bûne, bi jiyan û têkoşîna xwe îspat kirin ku ew milîtanên Apoyî yê mînak in.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî parve kir:

“Dewleta Tirk a dagirker ku ev sed sal in li dijî gelê me êrîşên qirkirinê dimeşîne û gelek qetlîam kiriye, di sala 2022’an de Zap di serî de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfireh a dagirker daye meşandin. Dagirkeran hewl dane van êrîşan li rojavayê Zapê jî bidomînin lê rastî îradeya fedaî ya Apoyî hatine. Dagirkeran bi mehan hewl dan ku di dîroka dagirkeriyê de êrîşên herî kûr bikin û bigihêjin encamê. Li hemberî dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hevrêyên me Tevar, Eylem û Rêncber bi bîr, bawerî û cesareteke mezin şer kirin û şehîd bûne. Ev hevrêyên me bûne milîtanên herî bijarte yên partiya me PKK û PAJK’ê.  Milîtanên mêrxas ên Rojava Reşîd û Êrîş jî ji bo taktîkên dewlemend ên gerîlatiyê yên serdema nû pêk bînin û derbên giran li dagirkeran bixin, kedeke mezin dane. Hevrêyên me Reşîd û Êrîş ji bo pêkanîna pêdiviyên hevalên xwe yên li qadên şer û binesaziya berxwedanê xurt bikin, di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Ev hevrêyên me yên hêja yên bi fedakarî têkoşiyan, bi jiyan û israra xwe ya di têkoşînê de bûne milîtanên mînak ên Apoyî.

Di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Tevar, Eylem, Rênçber, Reşîd û Êrîş, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Tevar Delal

  Nav û paşnav: Mizgîn Ozer

   Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Muhlîse – Mehmet Emîn

  Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Eylem Hêvî

  Nav û paşnav: Eda Eroglû

  Cihê jidayikbûnê: Semsûr

  Navê dê û bav: Naîle - Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Rênçber Metîn

  Nav û paşnav: Reşît Kiran

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Hezbiya – Xelîl

  Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Reşît Arîn

  Nav û paşnav: Ahmet Adnan

  Cihê jidayikbûnê: Hesekê

  Navê dê û bav: Bedriye - Adnan

  Dîrok û cihê şehadetê: Hezîrana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Êrîş Avent

  Nav û paşnav: Bessam Mihemed

  Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

  Navê dê û bav: Nesrîbe – Bahaddîn

  Dîrok û cihê şehadetê: Hezîrana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

TEVAR DELAL

Hevrêya me Tevar li Erdîşa Wanê ji dayik bû û bi çîrokên êşên gelê me mezin bû. Ev jî bûye sedem ku hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêde be. Ew di nav derdoreke wisa de mezin bûye ku vê derdorê Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo û dîroka berxwedana PKK’ê ji nêz ve dişopand.

Hevrêya me Tevar Sara Star Serhat (Leyla Yildiz) a ku di 17’ê Hezîrana 2018’an de li Colemêrgê bi fedakarî li dijî dagirkeran şer kir û şehîd bû, şervana Apoyî Roza Tolhildan Serhat a di 1’ê Mijdara 2018’an de li Botanê şehîd bû û Endama Meclîsa PAJK'ê şehîd Bêrîvan Zîlan xizmên hevrêya me Tevarê ne.  Hevrêya me Tevar di nav mîrateya berxwedanê ya PKK’ê de mezin bûye. Hevrê Tevar di temenekî zû de bûye xwediyê bîreke kûr û tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevrêya me Tevar ku li Erziromê zanîngeh dixwend, di vê pêvajoyê de tevlî nav refên têkoşînê bû û di wê baweriyê de bû ku divê ji êşên gelê me re bibe bersiv û di wê baweriyê de bû ku rêya vê yekê bi têkoşîna milîtan a di xeta PKK’ê de dikare pêk were. Hevrê Tevar di nav pergalê de roj bi roj feraseta qetlîamker dît û dixwest li hemberî vê feraseta asîmîlasyon, înkar û îmhayê şer bike. Hezkirina hevrêya me Tevar a ji bo Rêber Apo jî bêdawî bû û ji ber vê tevlî nav refên PKK’ê bûye.

Hevrêya me Tevar di 4’ê Nîsana 2014’an de li Rihaya ku Rêbertî lê ji dayik bûye, tevlî nav refên têkoşînê bûye û her gavên xwe watedar kiriye.

Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê ya dijminê mirovahiyê ne, biribûn ser Rojava hevrê Tevar jî ji bo parasina nirxên Şoreşa Azadiyê di eniyên herî pêş de cih girtiye. Ew ji eniyan diçû eniyeke din şer dikir û pratîka şer wekî xwenaskirin û xweavakirinê dîtiye. Piştî ku azadiya gelê me yê Rojava hate bidestxistin, hevrêya me tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran rakir asteke bilindtir. Hevrêya me Tevar ku weke jineke li Kurdistanê xwe nas kir û bi kedê xwe ji nû ve ava kir. Hevrê Tevar ji roja ewil tevlî bûye di nava xeta têkoşînê ya Bêrîtan, Zîlan û Viyanan de bi fedakarî têkoşiya. Hevrêya me ji bo ku bibe nûnera xurt a xeta PKK û PAJK’ê û di her kêlî û qada jiyana xwe de ji bo felsefeya Rêbertiyê ked da, li cihê ku lê bû weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû hevrêyeke mînak. Hevrêya me Tevar ku bi dil û can beşdarî her xebatê dibû, diafirîne û pêşengiyê dike, bi hişmendiya xwe ya kûr û bi hesta berpirsyariyê kariye her karê ku dike bi serkeftî bi dawî bike. Di ronahiya tehlîl û parêznameyên Rêber Apo de xwe baştir nas kir û xebatên xwe yên ji bo taybetmendiyên pergalê ji ser xwe biavêje jî zêdetir kir. Hevrêya me Tevar ku got ‘Ji bo mirov xwe bigihîne Rêber Apo divê mirov xwediyê çalakiyeke ruhî û fîzîkî ya mezin be’ û di nav refên Hêzên Taybet de zû xwe pêş xistiye. Wê her kêlîka xwe daye têkoşînê û beşdariyeke bêdawî kiriye. Wê kûrahiya xwe ya îdeolojîk daye qada leşkerî û bi perwerdehiyên ku stendiye jî ruhê serfiraziyê yê serdema nû wergirtiye û xistiye pratîkê.

Hevrê Tevar, yek ji milîtanên pêşeng ê ruhê berxwedanê, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi fedakarî li ber xwe da û her bostek axa Kurdistanê veguherand navenda berxwedanê. Hevrê Tevar bû yek ji hevrêyên me yên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derba yekemîn li mêtingeran da. Hevrê Tevar di nav tîmên gerok ên gerîlayan de cih digirt, pêşengtî ji hevalên xwe re kir û bi hevalên xwe re taktîkên gerîla yên dewlemend pêk anî, li pêşiya dagirkeran bendeke mezin ava kir.

Hevrêya me Tevar a ku evîna Rêbertiyê dida meşandin, ala têkoşînê ya şehîdên me bi rêk û pêk hilgirt û radestî hevrêyan me yên li pey xwe kir. Berxwedana hevrêya me Tevar, milîtana fedayî ya Rêber Apo, wê her tim di têkoşîna me de bijî û teqez bi serketinê tacîdar bibe.

EYLEM HÊVÎ

Semsûr a li ber zinarên çiyayê Nemrûdê ku weke welatê dayika xwedawend tê naskirin, bûye navendek ku di serî de şaristaniyên Hurî û Mîtanê tevahiya dîrokê gelê me timî lê jiyan kiriye û pêş ketiye. Di heman demê de Semsûr bûye cihekî ku gel û bawerî bi hev re tê de dijîn. Bûye navenda jiyanê ya hevpar a gelan. Xelkê me yê Semsûrê di tevahiya dîrokê de bi berxwedanê bersiva êrîşên dagirkeran daye û bi agirên li lûtkeyên Nemrûdê rê nedaye mêtingeran. Xelkê me yê Semsûrê ev çanda berxwedan û jiyana hevpar hetanî roja me ya îro parastiye. Rêber Apo di serî de gelê Kurd ji bo hemû kesên çewisandî hêviya azadiyê ji nû ve derxist holê.

Meşa azadiyê ya Rêber Apo ku qasî nîv sedsalan bû, her roj mezintir bû, sînorên Kurdistanê derbas kir û ji gelek gelên cuda kes di bin ala têkoşînê de kom kiriye. Rêber Apo ala têkoşînê ya ku ji Denîz Gezmîşan heta Mahîr Çayanan û Îbrahîm Kaypakkayayan dirêj bûyî dewr girt û bingehê pêşeroja azad a hemû gelan avêt. Partiya me PKK ku bîranîna Hakî Karer û Kemal Pîran bi bilindkirina têkoşînê nemir kir li dijî modernîteya kapîtalîst bûye hêza pêşeng a jiyana nû.

Hevrêya me Eylem li bajarê çand û berxwedana qedîm a gelê Kurd Semsûrê di nava malbateke Tirkmen de ji dayik bûye. Di temenê wê yê zarokatiyê de mirovên derdora wê bi zimanekî cuda diaxivîn û ev yek bala hevrêya me Eylem dikişîne û dest bi lêpirsînê dike. Hevrêya me Eylem li rastiyê geriya û di salên dibistana amadeyî de lêgerînên xwe zêde kir û tevgerên çep ji nêz ve şopandiye. Hevrêya me Eylem sala 2011’an di dema komkujiya ku artêşa Tirk a mêtinger li Roboskiyê pêk anî de, rûyê qirker ê dewleta Tirk dît û êşa ku gelê me kişandiye hîs kiriye. Hevrêya me weke jineke ciwan ku li azadiyê digere, gelek lêkolîn kirine. Hevrêya me Eylem ji bo zanîngehê çû Enqereyê û di beşa Endezyariya Pergala Teknolojiyê qeyda xwe çêkiriye. Di pêvajoya zanîngehê de hevrêya me ciwanên Kurd ên di nava têkoşînê de nas dike û eleqeyekî zêde nîşanî felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya PKK’ê dike. Hevrêya me pirtûka Rêbertî ya ‘li Kurdistanê Jin û Malbat’ weke noqteya vegera jiyana xwe pênase dike. Hevrêya me di vê pêvajoyê de PKK’ê ji nêz ve dişopîne; qasî ku Hakî Karer û Kemal Pîran nas dike cewhera PKK’ê fêm dike. Hevrêya me di şexsê hevrêyên me yên enternasyonalîst ên mîna Şehîd Amara (Ekîn Ceren Dogrûak), Şehîd Ronahî (Andrea Wolf), Şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) de xwedî li têkoşîna hemû şehîdên me yên şoreşê derket û bi biryardariyeke mezin sala 2014’an tevlî refên têkoşînê dibe.

Hevrêya me Eylem tevlî xebatên ciwanan bû û bi hemû hêza xwe xizmet ji şoreşê re kir. Di serî de Enqere, Stenbol û Îzmîrê li gelek metropolan xebat meşandiye û bûye mîlîtanek ciwan a pêşeng. Hevrêya me dîtiye ku PKK hêviya pêşeroja azad a hemû gelan e. Hevrêya me Eylem zincîrên koletiya jinê şikand û li çiyayên Kurdistanê azad bûye. Bi vî rengî tola xwe ji sîstemê distîne. Hevrêya me Eylem di têkoşîna xwe de felsefeya Rêbertî hîs kir, jiyan kir û xwedî lê derket.

Weke şervaneke jin têkoşîna ji bo jiyaneke azad ji bo hevrêya me Eylem bûye bingehek. Ji bo ku di demarên enternasyonalîst ên PKK’ê de biherike, bibe nemir û bibe îradeya gelan li çiyayên azad hevrêyên xwe dîtiye. Hevrêya me Eylem demekê di xebatên çapemeniyê de cih girt û berxwedana gerîla nîşanî gelê me kir. Hevrêya me qasî qada îdeolojî di qada leşkerî de jî lêhêrbûn kiriye û ji bo ku derbeyên giran li dagirkeran bixe li ser xeta Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xwe pêş xistiye. Hevrêya me Eylem ji bo ku Rêbertiya me hîn baştir fêm bike û bibe mîlîtaneke fedayî ya xeta azadiyê tevlî Hêzên Taybet dibe. Ji bo bibe şopdara Şehîd Zîlan û bigihije serkeftinê bênavber hewldan kiriye. Hevrêya me zaniye ku şert û mercên herî giran de jî bikene û şer bike. Hevrêya me Eylem di her xebatê de bi tarzê dilnizm, kedkar nêzî pirsgirêkan bûye û teqez ji her pirsgirêkekê re çareserî dîtiye.

Hevrêya me Eylem bûye yek ji hevrêyên me yên yekem ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di nava tîmên bi tevger de cih digire û bi mudaxeleya yekem derbeyek bi bandor li dijî dixe. Hevrêya me Eylem ruhê têkoşînê yên li qadên berxwedanê geş kir û bûye yek ji mîlîtanên pêşeng ê berxwedana dîrokî. Pêşengiya xwe ya YJA Starê hem di jiyan û hem jî di şer de bi rengekî xurt xistiye pratîkê. Şehadeta hevrêya me Eylem jî mîna ku wê armanc kiribû bi fedayî, bêyî ku gav paş de bavêje û weke jineke mîlîtan a layiqî Rêbertiya me pêk hat. Hevrêya me Eylem weke şoreşgerek bi wêrek wê her tim di bîra me de cih bigire. Bi têkoşîna xwe gerdûnî bûye û di kûrahiya bêdawî ya fezayê de gihiştiye mezinahiya şehîdên me. Dilê enternasyonal û mîlîtan ê hevrêya me ya fedayî wê her tim di dilê me lêbide û ala têkoşînê ya ku li pey xwe hiştî, teqez bi serkeftinê tacîdar bike.

RÊNÇBER METÎN

Xelkê me yê Mêrdînê ku bi dilsoziya xwe ya bi welatparêzî û çanda Kurdî re tê naskirin, tevî polîtîkayên bişaftinê yên hêzên mêtinger her tim çand û zimanê xwe parastiye. Xelkê me yê Mêrdînê hîna di demên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê pêş ket, bi dilsoziyek mezin xwedî li Tevgera me derket. Di serî de mîlîtanên pêşeng ên mîna Ferhat Kûrtay bi hezaran ewladên xwe şandiye refên berxwedanê. Xelkê me yê Mêrdînê pêşengî ji serhildanên ku salên 90’an pêk hatine re kiriye. Xelkê me yê Mêrdînê ji ber van taybetmendiyên xwe yên welatparêziyê timî ketiye hedefa dijmin de û bi her cure êşkence û komkujiyên dijmin re rû bi rû maye.

Hevrêyê me Rênçber li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê di nava malbatake welatparêz de hatiye dinê. Ji ber polîtîkayên şerê taybet malbata hevrêyê me Rênçber neçar maye ku destpêkê koçî Amedê û piştre koçî Stenbolê bike. Dema ku li Amedê serhildanên ku çêbûne bala hevrêyê me Rênçber dikişîne û ji sekna gelê me ya li hemberî dijmin bandor dibe. Piştî ku malbata wî koçî Stenbolê dike, gumanên hevrêyê me Rênçber hîn zêdetir dibe û li vir rastiya dijmin hîn baştir nas dike. Ji bo hevrêyê me Rênçber ku xwendina xwe li Stenbolê didomîne, êdî di dibistanên dijmin de xwendin bê wate bûye û dibistanê diterikîne, tevlî xebatên ciwanan dibe. Pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji bo hemû gelê me dibe çavkaniya hêviyê. Bawer kiriye ku weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet divê ew jî tevlî pêvajoya şoreşê bibe û wezîfe û berpirsyariyên xwe bîne cih. Sala 2014’an dijmin xwest hevrêyê me bi zorê bibe leşkeriyê. Hevrêyê me tercîh kir ku ji bo gelê me leşkeriyê bike û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla dibe.

Perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava gerîla de li qada Heftenînê dibîne. Hevrêyê me Rênçber piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî qedand, derbasî qda Deriyê Dawetiya ya girêdayî Heftanînê dibe. Hevrêyê me Rênçber bi şoreşgeriya xwe û baweriya xwe li vir bi pratîka xwe ya serkeftî derdikeve pêş. Hevrêyê me Rênçber ji bo ku xwe di qada leşkerî de hîn zêdetir pêş bixe derbasî dibistana operasyonê dibe. Di demekî kurt de bû mîlîtanekî pirspor. Hevrêyê me Rênçber ji bo ku heqê perwerdeyên ku dîtiye bide, xwestiye derbasî qadên ku êrîşên çeteyan lê zêde ye, bibe û wezîfe bigire. Piştî ku pêşniyaza wî hat qebûlkirin, qasî 4 salan li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kiriye. Hevrêyê me di pêvajoya şerê dijwar de dibe xwedî tecrubeyekî mezin. Hevrêyê me di gelek taktîkan de dibe pispor. Hevrêyê me bawer kiriye ku rêya destpêkê ya ji bo mîsogerkirina azadiya gelê me şerkirin e; ji bo vê yekê di hunera şer de lêhêrbûn kiriye. Hevrêyê Rênçber taybetmendiyên teorî-pratîk di kesayeta xwe de bi cih anî û bûye yek ji endamên fermandariya ciwan a demê.

Hevrêyê me şêwe û tempoya tevlîbûna xwe ya heyî kêm dibîne û bawer kiriye ku divê têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Bawer kiriye ku ev yek jî encex bi tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet pêkan e û bi vê armancê tevlî xebatên Hêzên Taybet bûye. Hevrêyê me Rênçber bi perwerdeyên ku dibîne fedayîtiyê weke şêwazekî jiyanê dipejirîne û dibe mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Rênçber ku cewher, gotin û fikra wî yek bû, mîna di jiyanê de di şer de jî hemû zehmetî derbas kirine. Ji bo vê yekê her tim bûye xwedî înîsiyatîf û li ku derê kêmahî yan jî karek hebe, li wir bûye û teqez di wê xebatê de bi serkeftî bûye.

Hevrêyê me Rênçber di pêvajoyek a ku êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde de, bi tîmên gerîla yên gerok re li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî cih digire û li dijî êrîşên dijmin bi fedayîtî şer kiriye û planên dijmin asteng kiriye. Hevrêyê me Rênçber bi hevrêyên xwe re ji kêliyên destpêkê yên êrîşên dijmin û şûn ve bi fedayîtî li ber xwe dide û ev sekna wî bûye xeteke têkoşînê. Piştre hevrêyên wî jî girêdayî vê xeta têkoşînê bûne û çalakiya ku li dar xistine dijmin ji Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî avêtiye. Hevrêyê me Rênçber mîna fedayiyekî heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Weke fermandarekî fedayî ku em hevrêyên wî wê her tim wî mînak bigirin, wê were bîranîn.

REŞÎD ARÎN

Hevrêyê me Reşîd Arîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Sûriyeyê di bin pergala îdeolojiya BAAS a ku gelê Kurd û nasnameya wî nas nake, mezin bû. Di heman demê de di malbateke bi têgihiştineke siyasî ya cuda de mezin bû. Lê belê tevî vê hevrêyê me Reşîd Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dît û nas kir û gelekî nêzî xwe hîs kiriye. Di sala 2011 'an de dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin û belav bû, hevrêyê me Reşîd jî di pêvajoyeke bihara gelan a li tevahiya Rojhilata Navîn de ket nava lêgerînan. Şoreşa Azadiyê ya Rojava gav bi gav pêk hat, ev şoreş beriya her tiştî şoreşa azadiya jinê bû, bû sedema serhildanên civakî û li gel wê geşedanên mezin derxist holê, ev pêşketin hevrêyê me Reşîd gelekî bandor kir. Hevrêyê me Reşîd dît ku şoreşa jinê, şoreşek di nav şoreşê de pêk tê û şoreşa jina azad hemû şêweyên paşverû û kevneşopî dişkîne û ketiye ferqa ku sîstema modernîst û postmodernîst qadeke azadiyê ya sexte ji jinan re ava kiriye. Ji ber ku hevrêyê me Reşîd milîtanên jin ên Apoyî yên ku ji bo heqîqeta jina azad dijîn û bêtirs têdikoşin dît, gelek bandor bû. Hevrêyê me Reşîd cara yekem di şexsê hevrêyê me şehîd Dîcle Hesekê de şoreşgerên Apoyî dît û firsend dît ku wan ji nêz ve nas bike. Cara ewil şervan û fermandarên jin ên leheng ku çek hilgirtine û ji bo azadiya xwe têdikoşin nas kir. Cûdahiya mezin a di navbera jina kevneşop a di civakê de û rastiya jina azad a ku xwe bi îdeolojiya azadiyê ji nû ve afirand dît û gelekî bandor bû. Ev pêşketinên şoreşgerî yên mezin di şexsê jina Kurd a azadbûyî de rê li ber hevrêyê me Reşîd vekir ku hesabpirsîneke exlaqî û wijdanî bike û bi bandora Şehîd Dîcle tevlî têkoşînê bibe.

Di sala 2011’an de beşdarî xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê  bû û cihê xwe di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de girt. Hevrêyê me Reşîd bi tevlîbûna xwe ya aktîf di nava xebatan de, ji bo pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava gelek ked da. Li gelek cihên ku pêwîstiya gelê Kurd bi pêşengtiyê hebû, ji Rojavayê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê xebat daye meşandin. Di vê pêvajoyê de dema ku rastiya Rêber Apo bi berfirehî xwend û nas kir gelekî bi bandor bû, keseyata xwe lêpirsîn kiriye, xwe deyndarê rastiya Rêber Apo dît û ji bo bibe bersiv biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel. Hevrêyê me Reşîd bi vê biryardariyê di sala 2015’an de li Qendîlê tevlî nava refên gerîla dibe.

Li Qendîlê gav avêt nava jiyana gerîlatiyê, demekê di xebatên Komalên Ciwan de cih girt û piştre jî di nava qadên cuda de di xebatên asayîşê û KCK’ê de cihê xwe girt. Hevrê Reşîd bi tevlîbûna xwe ya çalak, xwezaya xwe ya ji hînbûnê re vekirî, adaptebûna bilind û kesayetiya xwe ya xwîngerm re karibû bi awayekî serketî hemû berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrê Reşîd ji sekin, helwest û şêwazên tevlîbûna endamên Hêzên Taybet ên ku dît û nas kir bandor bû û van hevrêyan ji xwe re mînak girt, xwest bibe mîna wan û di sala 2018’an de derbasî nava Hêzên Taybet bû. Bi biryara berdewamkirina meşa xwe ya şoreşgerî ya li ser xeta fedaîbûnê perwerdehiya bingehîn derbas kir, xwe di hawîrdora perwerdehiyê de ji nû ve afirand, di kesayeta xwe de feraseta û taybetmendiyên feodal dîtiye û li ser vê esasê hewl da karakterê nû yê mirovê azad di şexsê xwe de ava bike. Bi hêza ji perwerdeyê wergirtî re, meşa jiyaneke şoreşgerî ya li ser xeta fedaîbûnê esas girt.

Hevrêyê me Reşîd piştî perwerdehiyê beşdarî xebatên zanistî-teknîkî yên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk bû û bi coş û kelecanek mezin beşdarî van xebatan bûye. Bi tevlîbûna xwe ya sade, mutewazî û bêhesab, tevkariyeke mezin li xebatên di vî warî de kiriye. Hevrêyê me yê ku her tim şoreşgeriyek exlaqî û wijdanî esas digire, li cihê ku lê maye hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xistiye. Lê tevî vê yekê jî tu carî xwe têr nedît û her tim xwe deyndarê Rêbertî û gelê xwe hîs kir. Ji bo bi Rêber Apo re bibe hevrêyekî rast hewl daye û ji roja ku tevlî bûye heta niha hemû erkên ku rêxistinê daye bi cih anîne. Ji fermandarê me yê mezin Şehîd Reşîd Serdar gelek bandor bûye û navê wî li xwe kiriye. Bi gotina hevrê Reşîd Serdar a ‘Divê ne dijmin, em siya dijmin jî li ser axa xwe nehêlin’ kesayetek têkoşer di xwe de afirand.

Hevrêyê me Reşîd Arîn dema li ser erka xwe bû di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Bîranîna hevrêyê me ku bi jiyan, sekn, tevlîbûn û hevrêtiya xwe ya ji dil ji hemû hevrêyan re xwedî kesayeteke mînak e, wê di têkoşîna me de bijî û armanca Rêbertiya Azad Kurdistana Azad teqez wê pêk were.

ÊRÎŞ AVENT

Hevrêyê me Êrîş Avent li gundekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di serdema yekem a jiyana xwe de li gund jiya, piştre piştî ku malbat derbasî bajêr bû, ber bi jiyaneke nû ve gav avêt. Tevî ku di nava malbatê de bi feraset û siyaseta partiyeke cuda mezin bû jî, di bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bû ku ji hemû mirovahiyê re hêviyek afirand. Tu astengî û sînor nekarî li pêşiya hevrêyê me Êrîş bigire. Ji atmosfera şoreşê bandor bû û dilê wî bi coş û kelecaneke bêhempa tije bû. Bedewiya şoreşa azadiyê ku her kesî tevlî xwe dike hevrêyê me Êrîş jî tevlî nava refên xwe kiriye. Ji bo weke şoreşgerekî profesyonel tevlî nava refên şoreşê bibe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîla.

Hevrêyê me Êrîş ku li herêma Avaşînê gav avêt nava jiyana gerîlatiyê, di xebatên binesaziyê de cih girt û li quntara çiyayên Zagrosê tecrubeyên destpêkê bi dest xist. Her çiqas li deştê mezin bûbe jî, zû hînê jiyana çiyayî bû û bi kesayeta xwe ya pêşeng û kedkar bû gerîlayekî xwedî rol. Piştî ku salekê xebatên pratîkî kir, baweriya bilind a hevrêyên xwe bi dest xist, weke hevrêyek ciwan ku hêviya siberojek ronî dida beşdarî xebatên Hêzên Taybet bû. Yekser tevlî xebatên Hêzên Taybet bûye û di xebatên ku pêwîstî bi baldarî, hesasiyet, hûrgilî, hesasiyet û hostetiyeke mezin hebû de cih girt. Piştî ku demekê xebatên pratîk meşand, tevlî pêvajoya perwerdehiyê ya li nav Hêzên Taybet bû û ji bo xwe bigihînin kesayeteke xurtir û tevlîbûneke bi îstîkrar bi şêwaz û tempoya fedaîbûnê kedeke mezin nîşan da. Di dema perwerdehiyê de pratîka xwe ya derbasbûyî berçavan re derbas kiriye û li ser esasê rêgeza ‘yê ku armanca wî mezin be lêhûrbûna wî jî mezin dibe û yê ku lêhûrbûna wî mezin be pratîka wî jî xurt dibe’ tevlîbûna milîtaniya fedaîbûnê esas girtiye. Hevrêyê me yê ku bi vê hişmendiyê beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû û di kesayeta xwe de bingehek saxlem ava kir, bi hêza ku ji perwerdehiyê girt karîbû her astengî û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabû çareser bike. Tişta ku ji îdeolojiya Apoyî, şêwaza Rêbertî û jiyana şehîdan hîn bû, bû rênîşanderê hevrêyê me Êrîş. Hevrê Êrîş hezkirin û dilsoziya xwe ya hestiyar a ji Rêbertî û şehîdan re veguherandiye zanebûn û tevlîbûna fedaî. Bi hişmendiya mirovê xwe bi rêxistin dike dibe hêza herî mezin, kesayeta xwe bi rêxistin kiriye. Hevrê Êrîş her kêliya jiyana xwe bi ruhê fedaî jiya û bi ked û coşeke mezin tevlî jiyanê bû û di warê teorî û pratîk de xwe pêşxistin esas girt.

Hevrê Êrîş ku çand û exlaqê şoreşgerî ji kûr ve bi jiyanî kir û di kesayeta xwe de bi cih kir, piştî perwerdehiya xwe weke milîtanekî gihîştî erkên girîng girt ser milê xwe. Bi beşdarbûna di xebatên teknîkî yên ku ked, sebir û fedakariyeke mezin hewce dike, hewl daye erkên xwe pêk bîne. Hevrêyê me ku her tim armanc dike ku mirovekî bêqisûr be, bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê, bi biryardariya xwe ya têkoşînê, bi coşa û hevrêtiya xwe li her cihê ku lê ye xwe nîşan daye. Bi rêxistinkirina jiyana xwe ya şoreşgerî gav bi gav û berdewamkirina xebatên xwe yên di xeta fedaî de sûdên mezin ji têkoşîna me re da. Bi saya keda mezin a hevrêyên fedaî û fedekar ên mîna hevrê Erîş pêkan bû.

Hevrê Êrîş ku her tim xwe deyndarê gelê xwe didît û têdikoşiya, di encama êrîşa dijmin a dema li ser erka xwe bû, ji bo xebatên girîng ên têkoşîna me pêk bîne û berpirsyariya xwe bi cih bîne, şehîd bû. Şehadeta hevrêyê me Êrîş bandorek mezin li me hevrêyan kir. Ji ber dikarîbû sûdên mezintir bida têkoşîna me, soza paşerojeke mezin dida û xwedî meşeke fedaî bû. Tevlîbûna bêhesab, meşa fedaî û şêwaza xebata jêhatî ya hevrêyê me Êrîş, wê ji aliyê hevrêyên wî ve mînak bê girtin û armanc û xeyalên ku di dilê wî de ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe mezin kiriye lêdiket, wê teqez pêk werin."