HPG: Sekna wan a mîlîtaniya Apoyî wê ti carî neyê jibîrkirin

HPG’ê diyar kir ku 29’ê Îlonê li Zapê 3 gerîla şehîd bûne û got: “Sekna wan a mîlîtaniya Apoyî, fedakariyên wan ên mezin, cesaret û hewldanên wan wê ti carî neyên jibîrkirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên şehîd bûne, ev tişt diyar kir:

“29’ê Îlona 2023’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de hevrêyên me Mahîr Elîşêr, Edessa û Mazlûm şehîd bûn.

Dijmin li Zapê di aliyê taktîkî de xitimiye. Hevrêyên me Mahîr Elîşêr, Edessa û Mazlûm bi tarzê şerê tîmên pispor a li ser erazî û tunelan, gelek taktîk bi serkeftî pêk anîn û derbeyên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me bi şerê ku li ser xeta fedayîtiyê meşandin, bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak. Hevrêyên me Mahîr Elîşêr, Edessa û Mazlûm her kêliya xwe bi xwedî derketina li bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd û geşkirina têkoşînê derbas kirin. Di kesayeta xwe de nûneriya mîlîtaniya şoreşgerî ya demê kirin. Bûn lehengên bi wêrek ku rê nedan dijmin, derbe li ser derbeyê li dijmin xistin û planên dagirkeriyê yên dijmin pûç kirin. Sekna mîlîtaniya Apoyî ya van hevrêyên me yên bi wêrek, fedakariyên wan ên mezin ên di çeperan de, cesareta wan a mezin û hewldanên wan ti carî nayên jibîrkirin, wê bibe sedemê têkoşîneke hîn mezintir.

Bi van hestan em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Mahîr Elîşêr, Edessa û Mazlûm û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Mahîr Elîşêr Koçgirî

Nav û Paşnav: Onûr Kapar

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayik – Bav: Senem – Metîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

 

Nasnav: Edessa Mûnzûr

Nav û Paşnav: Canda Şêxmûs

Cihê Jidayikbûnê: Amûdê

Navê Dayik – Bav: Edla – Abdûlkadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

 

Nasnav: Mazlûm Dijwar

Nav û Paşnav: Bekir Mihemed Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Mûne – Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Îlona 2023’an / Zap

MAHÎR ELÎŞÊR KOÇGIRÎ

Hevrêyê me Mahîr Elîşêr li Stenbolê di nava malbateke Elewî û Tirk de ku eslê xwe ji Sêwasê ye, hat dinê. Malbata wî çanda xwe ya Elewî ya bi kok, ji hemû êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk parastiye. Hevrêyê me bi saya vê yekê li gorî cewherê xwe mezin bûye. Lewma di her kêliya jiyanê de alîgirê başî, rastî û bedewiyê bû. Ji ber ku malbata wî xwedî kevneşopiyeke şoreşger e û derdora ku lê dijî yek ji herêmên girîng a têkoşîna şoreşgeriyê ye, hevrêyên me Mahîr Elîşêr hîna di temenê biçûkahiyê de şoreşgeran nas dike. Hevrêyê me ji tarzên jiyana şoreşger û sosyalîstan bandor dibe, fedakariyên mezin dike û li hemberî mezinên xwe yên şoreşger û têkoşer dibe xwedî hezkirin û rêzdariyeke mezin. Hevrêyê me ji nêz ve pêkanînên şerê taybet ên dijmin dibîne û her çendî ku demekê ketibe bin bandora van pêkanînan jî, lêpirsînên xwe yên têkildarî jiyanê domand. Li aliyekî şahidî ji jiyana ku bêyî armanc û mirovan ber bi înkarê ve dibe, kir. Li aliyê din çand û jiyana şoreşger a ku jiyana azad diparêze, dît.

Hevrêyê me ji bo ku bersiva nakokiyên di hişê xwe de bibîne, lêgerîn û lêhêrbûnên xwe hîn kûrtir kiriye. Piştî ku sala 2004-2005’an rastiya PKK û Rêbertî nas kir, bersiva xwe dît. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr ji tarzê jiyan, hezkirina li hemberî jiyanê û dilnizmiya hin hevrêyên xwe bandor bû û hîs kir ku di jiyana xwe de derbasî pêvajoyeke nû bû. Bawer kir ku wê di jiyana xwe ya nû de bersiva nakokiyên xwe bibîne û wê tevlî têkoşîna bi wate û xwedî armanc bibe. Hevrêyê me piştre li gel kadroyên cuda yên Apoyî heman taybetmendî dîtin û xwest ku rastiya Rêber Apo ku çavkaniya van taybetmendiyan e, hîn baştir fêm bike. Bi xwendin û lêkolînên di vî alî de kirine, rastiya me ya Rêbertî hîn baştir fêm kir. Ji fikir û nirxandinên Rêbertî yên derbarê sosyalîzm û şoreşê, bandor bû û biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me demekî kurt li herêma ku lê ye, xebatên girîng meşand. Bi serkeftinên xwe yên di van xebatan de, rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Dema ku sala 2007’an li herêma Dêrsimê 17 hevrêyên şoreşger ên MLKP’î şehîd bûn, hevrêyê me Mahîr Elîşêr tevlî merasîma veşartina cenazeyan bû û li vir êşkenceyên ku dijmin li ser cenazeyên hevrêyên me yên bi nirx kirine, dît. Ev yek kir sedemê tolhildanê. Xwesteka hevrêyê me ya têkoşîn kirina di nava refên PKK’ê de hîn zêdetir bû. Heman salê ji ber xebatên xwe dîl dikeve destê dijmin. Hevrêyê me qasî 5 salan li girtîgehên dijmin dimîne, wan deran vediguherîne akademiyên şoreşê. Xwe di warê bîrdozî de hîn zêdetir pêş xist. Hevrêyê me xwe tenê bi zanista teorîk sînordar nekir û ji bo ku xwe bigihîne kesayetekî mîlîtaniya Apoyî ket nava hewldanekî zêde. Hevrêyê me kûrahiya hevrêtiya PKK’ê û bandora heqîqeta wê li girtîgehê jî dît û fêm kir ku ji bo bibe layiqê vê hevrêtiyê, divê têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me fêm dikir ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e û li girtîgehê xwe ji bo tevlîbûna nava refên gerîla amade kir. Piştî ji girtîgehê derket demekî kurt, hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2012’an bi gerîla re hat ba hev ku bi salan xeyala vê yekê dikir.

Hevrêyê me Mahîr Elîşêr bi perwerdeyên destpêkê yên di nava refên gerîla de dîtî û bi fêrbûna jiyana çiya, heqîqetên ku berê weke teorîk dizanî bi jiyanê re anî ba hev; bû xwedî tevlîbûneke bi coş, îrade û xwedî encam. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr bi saya kesayeta xwe ya cewherî ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin, her tim têkoşîna xwe hîn mezintir kir û hewl da ku bibe layiqê hezkirina hevrêyên xwe. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr bi gelek fermandarên me yên hêja bi taybetî Elî Piling (Şerîf Yakût) re li heman deverê maye. Ji van fermandarên me tecrubeyên pir bi nirx bi dest xistiye. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr di nava refên gerîla de di demeke kurt de hem di aliyê bîrdozî û hem jî leşkerî de dibe xwedî tecrube. Bi saya kesayeta xwe ya cewherî û dirûst di nava gelek xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr her tim mezin difikirî û dijî. Fêm dikir ku ev yek bi meşandina têkoşîneke bi bandor pêkan e. Bawer kir ku encex bi têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê, wê gelê me azad bibe û şoreşa sosyalîst pêk were. Hevrêyê me li gelek herêman û di nava gelek xebatan de cih girt û bi tevlîbûn û sekna xwe ya di van xebatan de, bû mîlîtanekî mînak. Ti carî pes nekir û ber bi têkoşîna şoreşê ve meşiya. Li deverekê ku hevrêyê me Mahîr Elîşêr lê ye, qet cih ji bêbaweriyê re nîne. Mezinahiya dilê xwe bi ruhê xwe yê têkoşînê raber kir û li ser xeta her serkeftinekê meşiya. Hevrêyê me Mahîr Elîşêr xwesteka li dijmin xistinê, her tim zindî hiştiye û di vî warî de lêhêrbûnên xwe timî kûr kiriye. Ji bo ku di taktîkên gerîlatiya demê nû de bibe pispor, her tim xwe perwerde kir. Hevrêyê me ji bo ku tiştên fêr bûne bixe pratîkê, pir israr kir û ji bo ku li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv, ev israrên xwe hîn zêdetir kir.

Hevrêyê me bi kelecan û coşa ku derbeyên mezin li dijmin bixe, derbasî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû. Li vir tevlî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatin kirin, bû. Bi kesayeta xwe ya serwer û bi wêrek di gelek çalakiyan de bû xwedî tarzê fedayîtiyê. Hevrêyê me ku digot, ‘hingî ku em li dijmin bixin, em ê bijîn’, 29’ê Îlonê li dijî êrîşa dijmin bi fedayiyane li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku em bîranîna hevrêyê xwe Mahîr Elîşêr li Kurdistan û Tirkiyeyeke azad, demokratîk û sosyalîst bidin jiyîn. Heta ku em xeyalên wî pêk tînin, em ê têkoşîna xwe bê navber bimeşînin.

EDESSA MÛNZÛR

Hevrêya me Edessa li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de berdêl daye, ji dayîk bûye. Hevrêya me Edessa ji ber ku malbata wê xwedî hişmendiya Kurdewarî bû û li gel hemû êrîşên dijmin di parastina ziman û çanda xwe de bi israr bû, bi vê hişmendiyê zarokatiya xwe derbas kir. Ji ber ku li gund mezin bû, sîstema qirêj zêde bandor li jiyana wê nekir. Ji ber vê yekê ji aliyê derdor û malbata xwe ve weke keseke resen hate hezkirin û rêz jê re hat nîşandan. Hevrêya me Edessa di temenekî biçûk de partiya me nas kir, ji ber ku malbata wê ji destpêka Têkoşîna Rojava ve bi partiya me PKK’ê re têkiliyên qewî danî û li ser vê bingehê beşdarî çalakiyan bû xebat kirin. Bi taybet şehadeta mamê wê Hevrê Dijwar Zagros (Abdulselam Şêxmûs) a di sala 1998’an de bandoreke mezin li hevrêya me Edessayê kir. Her çiqas ciwan jî bû, bi destanên lehengiyê yên ku li ser mamê wê dihatin gotin mezin bû. Hevrêya me Edessa jiyana gerîla di temenê xwe yê biçûk de nas kir. Ji têkiliyên gerîla yên hevaltiyê û nêzîkatiya wan a bi mirovan re bandor bû û ew yek ji xwe re mînak girt. Hevrêya me ya ku bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re têkoşîna azadiyê ji nêz ve nas kir û bi taybetî ji ber tevlîbûna Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya bi hezaran şervanên ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, bû sedem ku hevrêya me li ser vê yekê lêhêrbûnên kûr bike. Ji ber ku bi hezaran mirov derbasî Rojava bûn û ji bo xwe li ber xwe dan, hevrêya me xwe wekî deyndarê gelê xwe dît û fikirî ku divê teqez tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrê Edessa ku ji bo ku li hemberî êrîş û qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gelê me yê Rojava bibe bersiv, biryar da ku beşdarî nava refên berxwedanê bibe û di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku li ser esasê hestiyarbûna xwe tevlî nava refên gerîla bû, her çendî ev şêweya tevlîbûnê rast dihesiband jî, hewl da aliyê xwe yê birdozî jî pêş bixe û li ser vê esasê têkoşînek bi bandor bimeşîne. Ji ber vê yekê girîngiyek mezin da perwerdehiya destpêkê ya di nava refên gerîla de dît. Bi perwerdehiya ku dît re, rastiya gelê me û her wiha rastiya xwe derxist zanabûnê. Bandorên civakî yên neyînî yên li ser kesayeta xwe bi awayekî zelaltir dît û ji bo derbaskirinê ked da. Ket ferqa wê yekê her ku zanetir dibe, bêhtir nêzî azadiyê dibe. Hevrêya me ya weke gerîlayek jin di têkoşîna azadiyê de cih girt, zû ket ferqa nirxên ji bo azadiya jinê û pêşengiyê hatiye dayîn û derfet dît ku jiyana PKK’ê bi jiyana civakê re muqeyese bike. Hevrêya me Edessa ku sedemên kolekirina jinê di nava civakê de baştir fêm kir, têgihişt ku civaka azad bi asta azadiya jinê ve girêdayî ye. Ji ber vê jî di nava PKK’ê de zêdetir hewl da ku bigihêje asta azadiyê û bi keda xwe roj bi roj encama keda xwe girt. Di heman demê de hevrêya me Edessa ku di bin bandora têkiliyên hevrêtî yên di nava PKK’ê de mabû, ji bo xwe bigihîne hevrêtiya pîroz a PKK’ê ku bi manewiyetê hatiye hûnandin û bibe endamek a koma hevrêyan gelek ked da.

Hevrêya me Edessa, di dema tevlîbûna nava refên gerîla ji ber êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me û Tevgera me, xwest bersivê bide van êrîşên dijmin. Hevrêya me ya ku dizanibû ev yek encax bi gerîlatiya jêhatî pêkan e, girîngiyeke mezin dida perwerdeya xwe ya leşkerî. Hevrêya me ku dizanîbû tenê êrîşên dijmin dikarin bi gerîlatiyeke profesyonel û jêhatî werin têk birin û ji ber vê jî pêkan bû ku derbên giran li dijmin bixe, di şêwaz û taktîka gerîla de xwe kûrtir kir.

Hevrêya me ya ku ji dil bawer dikir ku bi şêwazê şerê gerîla wê dijmin têk biçe û azadiya gelê me pêk were, li ser vê bingehê roj bi roj têkoşîna xwe berfireh kir. Hevrêya me ya ku piştî li çiyayên Kurdistanê perwerde dît û jêhatî bû, li herêmên Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir; Hesabê komkujiyên li dijî gelê me hatine kirin, revandin û firotina jinên Êzidî xwest û tola xwe hilanî. Hevrêya me Edessa ku di şerê li dijî çeteyan de ezmûneke mezin bi dest xist, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, piştre careke din berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me ya ku bi heyecan û kelecana hevdîtina careke din bi çiyayên azadiyê re beşdarî xebatê bû, demekê li herêma Heftanînê têkoşiya. Piştî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê berê xwe da Zapê û cihê xwe di tunelên berxwedanê de girt.

Hevrêya me Edessa ku di şerê tunelan û tîmên gerîla yên bi tevger de têkoşînek bi bandor meşand ku weke taktîkeke gerîla ya serdema nû lez da têkoşîna me û xeyalên ên pêşde çûnê yên dijmin bi dawî kir, di gelek çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me ya ku dizanibû bi her derbeya ku li dijmin dixist, yek jî li zîhniyeta paşverû dixe, bi hişmendiya gelê me gav bi gav digihêje azadiyê xwest têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Hevrêya me ya ku di demek dijmin ne li bendê de, bi çalakiyên ku pêk anî şêwaza gerîlatiya Apoyî bi serketî derxist holê; Bi tevlîbûna xwe, bi cesareta şer û hevaltiya xwe ya kûr di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêya me Edessa ji bo xwe nêzî azadiyê bike û azadiya gelê me pêk bîne, bi sekna xwe ya fedayî, karîbû bibe milîtanek PKK û PAJK’ê ku hemû hevrêyên me ji bo xwe mînak bigirin.

MAZLÛM DIJWAR

Hevrêyê me Mazlûm li Efrîna ku bi welatparêziya xwe ya li Kurdistanê mînak e, ji dayik bûye. Ew bi çanda Kurdewarî ya kûr û hişmendiya kûr a welatparêziyê ku ji malbata xwe wergirtiye mezin bûye. Ji ber vê sedemê jî li derdora xwe weke kesekî dirust, bi exlaq û bi cewher dihat nasîn. Di dema pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hevrêyê me yê di destpêka ciwantiya xwe de, xwe di nava şoreşê de nas kir. Bi rêgezên jiyana nû ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji felsefeya Rêber Apo îlham girtiye derxistiye holê, kesayetiya xwe ava kiriye. Ji ber vê yekê jî di nava nifşên yekemîn de bû ku jiyana Modernîteya Demokratîk li ser hatiye civakîkirin. Hevrêyê me Mazlûm ku bi xwe bû şahid ku şoreş bi hêsanî pêş neket û bedelên mezin jê re lazim bû, ji hevrêyên me yên li ser xeta fedayî şer kirin û gihîştin şehadetê gelekî bandor bû. Ji bo vê jî bi hişmendiya ku li hemberî gelê me xwedî erk û berpirsyarî ye, xwest tevlî têkoşînê bibe. Ji bo bibe layiqê xizmên malbata xwe ya di rêya rast de, bi biryar têkoşiya. Hevrêyê me yê ku difikirî encax bi rakirina çekê şehîdan û xwedî li têkoşîna wan derketin û parastin dikare wan zindî bihêle, di sala 2017’an de cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Hevrêyê me Mazlûm ê ku demeke kin di nava hêzên azadiyê yên Rojava de ma, li vir firsenda xwe perwerdekirinê bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi taybet di warê leşkerî de xwe pêş xistiye, piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, tevlî berxwedana li vir bû. Di şer de bi tevlîbûna fedayî û wêrekiya xwe bû mîlîtanekî ku hemû hevrêyên wî, ew ji xwe re mînak bigirin. Hevrê Mazlûm ku di wê baweriyê de bû ku ji bo hesabê komkujiyên li Efrînê bipirse divê têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, di wê baweriyê de bû ku ev yek encax bi tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Mazlûm berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Di nava refên gerîla de yekem car bi hevrêtiya PKK'ê ya pîroz û manewî bandor bû. Şêwazên têkiliya hevrêyên li dora heman armancê kom bûne, nêzîkatiya wan a bi rêzdarî ya li hemberî hev, xwestek û hewldana wan a ji bo berfirehkirina têkoşînê ya her tim bandor li wî kiribû. Ji bo vê jî hewl da ku bibe mîlîtan û hevrêyek baş ê Apoyî. Bi tevlîbûna xwe ya bi heyecan, bi coş û bi îrade zû xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir. Ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwest di nava refên berxwedanê de di demek herî kurt de cihê xwe bigire. Ji ber vê yekê jî xwest di taktîk û şêwazê serdema nû ya Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de, bi rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê re jî xurt be. Hevrê Mazlûm ku bi vê armancê nêzî perwerdeya xwe bû, bi saya nêzîkatiya xwe ya jîr û hesas di demeke kurt de gelek taktîkan hîn bû. Hevrêyê me yê ku hînî bikaranîna gelek çekan bû, di nava çend mehan de bû xwedî tecrubeyên bêhempa yên ku di salên dirêj de tên bidestxistin. Hevrêyê me Mazlûm bi zanebûna ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk tenê li ser bingeha jêhatiya leşkerî nayê avakirin, ji bo xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr bike bi hemû hêza xwe xebitî. Hevrêyê me têgihişt ku gelê me encax bi paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikare li welatekî azad bijî, ji bo azadiya gelê me ya bi sedsalan heq kiriye, weke mîlîtanekî Apoyî xwe kûr kir. Hevrêyê me ya ku ketibû ferqa her çend di şêwaza têkoşînê ya Rêber Apo de xwe kûr bike dikare di jiyan û şer de bibe xwedî sekn, li ser vê esasê kedeke bêhempa da. Ji ber ku dijmin di tunelên şer de êrîşên nemirovane pêk anî û xwest bi bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî hevrêyên me encamê bigire, ev yek hêrsa hevrêyê me Mazlûm zêdetir kir.

Hevrêyê me Mazlûm ku ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd bi xwestek û israrek mezin derbasî herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bû, bi şêwazê şerê tîmên pispor ên li ser eraziyê û tunelên şer, li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de hevrêyê me ku hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin bi performanseke şer a bêeman nîşan da, bû sedem ku derbên giran li dijmin were xistin. Hevrêyê me Mazlûm ê li herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl ku dijmin bi rastî li wir asê maye, tevlîbûneke aktîf dike; Bi kesayeta xwe ya gihîştî, jiyana xwe ya mutewazî û bi nirxê giranbuha ku dida hevrêtiyê karîbû di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Di êrîşa dijmin a 29’ê Îlona 2023’an de bi şehîdbûna xwe ve nemir bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê erkên şoreşgerî yên ku hevrê Mazlûm dewrî me kiriye, bi dilsoziya bi xeta wî ya berxwedanê re heta serketinê bimeşînin.”