HPG: Operasyona dagirker a li Şemzînanê negihiştiye encamê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li Şemzînanê bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bomberdûmana li Sêrtê û Şirnexê û çalakiya li dijî Girê Harûna ya Şemzînanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

OPERASYONA ŞEMZÎNANÊ

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 26’ê Tebaxê de li qada Şapatan û Sereroyê ya Şemzînanê operasyonek dabû destpêkirin û vê operasyona wan bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

Hêzên me derbên giran li yekîneyên dijmin xistine yên ku teknîkeke modern bi kar dianîn. Têkildarî van şer û çalakiyan, me rojane daxuyanî didan. Di vê operasyonê de ya ku 11 rojan domiya, di çalakî û şer de yek jê payedar 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Hêzên dagirker di operasyonê de pêkutiyeke mezin li gel kiriye.

Li qadên operasyonê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û nehiştine gel biçin ser rez û baxçeyên xwe û hêzên dagirker qadên Dola Apociya, Dola Bermêşa, Dola Êldeyê, Girê Şehîd Axîn, Bêtkarok û gelek rez û baxçeyên gel şewitandine.

ÇALAKIYA LI DIJÎ GIRÊ HARÛNAYÊ

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Harûnayê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi çekên giran li qadê daye.

LI SÊRTÊ BOMBERDÛMAN

Di 5’ê Îlonê de saet di 06.00’an de helîkopterên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Garisa ya Sêrtê bomberdûman kiriye û agir bi qadê ketiye. Şewata li herêmê hê jî didome.

ÊRÎŞÎ OREMAR Û BESTAYÊ KIRIN

Di 5’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera saer 08.00-20.30’an de bi obus, hawan û bombeyên mîsketê li qada Geliyê Şehîd Rahîme ya Oremarê daye.

Di 5’ê Îlonê de saet di 21.00’an de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qadên Besta Hincê û Bilûzerê ya Bestayê bomberdûman kiriye.