HPG: Mobesseyek û radarek hatin îmhakirin

Li Qada Berxwedanê ya Zendûra ya Metînayê, di 22'ê Hezîranê de bi rêbaza sekvaniyê li leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin. Di encama çalakiyekê de kamerayeke mobesse û radarek jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê di 22'ê Hezîranê de saet 18:10'an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Umît xistin.

Di 24'ê Hezîranê de jî saet 02:00 û 03:00 bi çekên nîv otomatîk du aran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

Li herêma Metînayê;

22'ê Hezîranê saet di 16:00 de bi rêbaza sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Zendûrayê hate xistin. Di çalakiyê de kamerayeke mobesse û radarek hatin îmhakirin.

Êrîşên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker pêk anîn bi vî rengî ne;

22'ê Hezîranê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, 23'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê 2 caran, Qada Deriyê Biyê yê herêma Garê carekê, qada Sinînê ya Xakurkê carekê bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22, 23 û 24'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Sîda ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Bahar ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê 165 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 23 û 24'ê Hezîranê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê kir, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne."