HPG: Li Zapê 10 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ

HPG'ê ragihandin ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla de herî kêm 10 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne. HPG'ê diyar kir ku di vî şerî de 2 gerîlayên wan ên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê agahî li ser çalakiyên dawî yên hêzên gerîla parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li herêma Zapê da destpêkirin, hîn jî dewam dike. 14'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zêdetir e.

15'ê Mijdarê dagirkeran dema xwestin ku ji gundê Nêrwe ber bi qada Tîpa T ve biçin, saet di 08:00 de ketin kemîna hêzên me. Di vê kemînê de derbên giran li dagirkeran hatin xistin. Her wiha 15'ê Mijdarê saet di 10:00 de jî li djî dagirkerên ku dixwestin li heman herêmê bi pêş ve biçin, ji nêz ve çalakî hate lidarxistin. Hejmara dagirkerên ku li vê derê hatin cezakirin 3 ye. Di vî şerî de hevrêyên me Partîzan û Gabar ên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

16'ê Mijdarê saet di 09:45'an li dijî dagirkerên ku li Girê şehîd Mûnzûr bi cih bûn, ji nêz ve çalakî hate kirin. Derbên giran li vê koma ji 7 dagirkeran hate xistin, di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha konekî li ser heman girî hate îmhakirin. Nehate tespîtkirin ku çiqas dagirker li vir hatin cezakirin.

Operasyona dagirkeriyê ya ku 14'ê Mijdarê li herêma Zapê dest pê kir dewam dike. Şerê navbera hêzên me û dagirkeran hîn jî dewam dike. Di operasyona 3 rojan de 2 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hejmara giştî ya ku dagirkerên hatin cezakirin 10 dagirker e, 2 dagirker jî birîndar bûn.

13'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li gundên Minînê û Banîkê yên qada Pîrbila ya Heftanînê dest bi operasyonê kir. Operasyon di 14'ê Mijdarê de bêencam ma û hêzên operasyonê vekişiyan.

Di 14'ê Mijdarê de saet di navbera 14:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Çemço ya herêma Zapê barandin.

Ji ber vê êrişa hewayî tiştek bi hêzên me nehatiye."