HPG: Li Zap û Avaşînê 8 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêmên Zap û Avaşînê, di çalakiyên gerîla de yên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin, herî kêm 8 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li herêma Zapê 5 dagirker, li herêma Avaşînê jî 3 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

2'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li quntara qada Werxelê li komeke dagirkeran xistin ku li hev civiya bûn. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiya serketî ya hêzên me, saet di 19:10'an artêşa Tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê,

Ji 2'ê Tîrmehê û vir ve dagirker li qadên Werxelê û Girê Sor bi bombeyên gazê û teqemeniyan êrişî çeperên şer dikin.

3'ê Tîrmehê dagirkerên li qada Werxelê bi bombeyêng azê û bombeavêjan êrişî çeperên şer kirin û hewl dan teqemeniyan lê bi cih bikin. Hêzên me dest li van dagirkeran werdan û dagirker neçar man vekişin, teqemeniyên wan jî hatin bêbandorkirin.

4'ê Tîrmehê saet di 09:20'î de dagirkerên ku ber bi çeperên şer ên li qada Werxelê ve dihatin, bi rêbaza sabotajê bûn hedefa hêzên me. Piştî çalakiya sabotajê, hêzên me bi çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan. Di encama vê lêdanê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derba giran xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

3'ê Tîrmehê saet di navbera 21:00-00:40'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mamreşo, Mervanos, Banîsta û Girê Silêman geriyan.

3'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30'î de qada Werxelê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hate bombekirin. 4'ê Tîrmehê saet di 04:50'î de bi fuzeyan û bombeavêjan êrişî çeperên şer ên li qada Werxelê kirin."