HPG: Li Xakurkê wesayitek Reo hate îmhakirin, 8 dagirker hatin cezakirin

Hêzên gerîla 8'ê Tîrmehê li qada Lêlikanê ya Xakurkê li dijî wesayiteke dewleta Tirk a dagirker a bi tîpa Reo çalakiya sabotajê kir. Di çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

8'ê Tîrmehê saet di 10:30'î de li Girê Lêlikanê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 8 dagirker hatin cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê bir û dest bi operasyonê kir. Operasyon heman rojê bêencam ma.

10'ê Tîrmehê saet di navbera 22:40-00:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Girê Spî, Girê Sor, Girê Silêman, Girê Şehîd Întîkam, Mervanos, Banista, Tabûra Ereban û Mamreşo geriyan. Hêzên me dest li helîkopteran werdan û helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

ARTÊŞA TIRK BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞ DIKE

Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me nikare encamê werbigire û planên xwe yên dagirkeriyê asteng bûye, bi rê û rêbazên şerê qirêj dixwaze encamê bi dest bixe. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker 10'ê Tîrmehê saet di navbera 17:30-18:00 de li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Girê Sor.

10'ê Tîrmehê saet di navbera 23:30-00:00 de li herêma Zapê helîkopter li ser qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk geriya. Heman demê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran bombe li qada Tîpa T barand û hêzên xwe yên li ser Girê Silêman bi helîkopteran guherand.

10'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê jî zeviyên gundên Êdînê, Kêste û Hirorê bi helîkopteran hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi derdorê ket û şewat hîn jî dewam dike.

11'ê Tîrmehê saet di navbera 09:30 û 09:47'an de qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

11'ê Tîrmehê saet di navbera 03:30-04:00 li herêma Zapê qada Çemço ji qereqolên li ser sînor bi obusan û qada Saca jî saet di 09:50'î de bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber vê êrişê tiştek bi hêzên me nehatiye."