HPG: Li Xakurkê û Avaşînê 5 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de yên li Xakurkê û Avaşînê bi qasî ku hat tespîtkirin 5 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;

Hêzên me yên YJA Star roja 1’ê Tîrmehê saet di 18:30’an de bi çekên giran çalakiyek li dijî baregeha Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker lidar xistin ku dikeve herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê. Di vê çalakiyê de ku bi rengekî bi bandor li çeper û konên dagirkeran hatiye xistin de hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehat zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakûrkê;

Hêzên me yên YJA Starê roja 1’ê Tîrmehê di saet 05:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Axîn a herêma Şehîd Bêrîtan ve biçin bi rêbazê sekvaniyê çalakiyek lidarxistine. Di çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Roja 1’ê Tîrmehê saet 07:20’an de li hemberî dagirkerên ku li dora çeperên şer yên li herêma Werxelê bûn ji 3 baskan ve bi rengekî koordînekirî çalakiyek hetiye lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê, çepera ku 5 dagirker tê de bûn hatî armanckirin û lêdan. Di vê çeperê de 3 dagirker hatine cezakirin û 2 jî birîndar bûne. Baskê duyemîn û sêyemîn, dagirkerên ku ji ber lêdana bibandor a gerîlayan dixwastin birevin hatine hedefkirin û lêdan. Di encama van lêdanan de herî kêm dagirkerek hatiye cezakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Li qadên Werxelê û Tabûra Ereban dagirker bi zanebûn agir bi eraziyê dixin.

Di roja 30’ê Hezîranê de ji saetên serê sibehê heya êvarê dagirkeran tunelên şer ên li qada Wexelê bi bombeyên gazê û teqemeniyan bomberduman kirine.

Roja 1’ê Tîrmehê di navbera saet 00:00 – 01.00’an de qada Dola Şîvê ji aliyê qereqolên li ser sînor bi topan û bi helîkopterên şer ve hatiye bomberdumankirin.