HPG: Li Xakûrkê 9 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla li Xakûrkê li dagirkeran daye, 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 2 çalakiyên gerîla de 9 leşkerên Tirk hatin kuştin, êrîşên li ser herêmên gerîla jî dewam dikin.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 14’ê Cotmehê li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet 16:20’î li dijî leşkerên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiyek sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Hêzên me saet 17:30’î jî li dijî leşkerên TC’ê yên li Girê Şehîd Şahan bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve bi xurtî li çeper û kozikan hate xistin, gelek çeper û kozik hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatine kuştin.

Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî vegeriyan cihên xwe.

LI ÇELÊ ŞER

7’ê Cotmehê li devera Şifreza ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer qewimîbû. Di vî şerê rû dayî de 3 hevrêyên me heta guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirin şehîd bû. Em ê piştre têkildarî nasnameya hevrêyên xwe agahî bi raya giştî re parve bikin.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, di vê çarçoveyê de;

14’ê Cothemê balafiran saet 12:00’ê li devera Gunê Şêx a Herêma Garê bombe kir.

15’ê Cotmehê (îro) balafiran saet 00:10’ê bombe li devera Cîloyê Biçûk û dever Şehîd Rustem ên girêdayî Herêma Zapê, saet 08:00’an jî bombe li devera Kerker û Şikefta Birîndara barandiye. Heman rojê saet derdorî 05:30’î devera Werxelê û Basya ya herêmaAvaşîn hatiye bombekirin.

Di van bomberdûmanan de tu ziyan negihiştiye hevrêyên me.”