HPG: Li Xakûrkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê/YJA Starê 23'yê Sibatê li Xakûrkê ji çar aliyan ve çalakiyek li dijî artêşa Tirk kir. Di çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 23'yê Sibatê li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC'ê ya dagirker çalakiyek kirine. Di çalakiyê de ji çar aliyan ve derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin xistine, konteynirek, kozikek 3u konekî dijmin hatiye rûxandin. Bi derbên serkeftî hatiye tespîtkirin ku 8 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê berêvarkî artêşa TC'ê ya dagirker bi Skorskyan  leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê rakirine. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi saxî û silametî vegeriyaye ser qadên xwe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoweyê;

23'yê Sibatê saet 16.20'an balafirên şer qada Sinînê ya herêma Xakurkê bombe kiriye.

24'ê Sibatê balafiren şer di navbeyna saet 14.10'an û 15.00'an de qada Golka ya herêma Metîna û qada gundê Silê ya herêma Qendîlê bombe kirine.

Dema vê bombebaranê ti ziyan nehatiye ser hêzên me.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

24'ê Sibatê hevrêyê me Rêzan Cûdî (Rêzan Kara) bi nexweşiyeke ku ketî şehîd bûye. Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasname: Rêzan Cûdî

Nav Paşnav: Rêzan Kara

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Azîme – Abdullah

Dema û Cihê Şehîdbûnê: 24'ê Sibata 2020'A  / Qadên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Rêzan Cûdî 1992'an li navçeya Qilebanê ya Şirnexê li nav derdoreke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Rêzan ku ji ber zilm û zexta dijmin a li ser xaka Botanê ya ku gelek jin û mêrên leheng gihandiye, hê bi zaroktî li gel malbata xwe bêgav mane ku koçî Mexmûrê bikin, hê zû polîtîkayên faşîst û mêtinger ên dewleta  TC'ê ya dagirker ditiye. Hevrê Rêzan ku bi hîsên welatparêz ê herêmê gihayî, hê bi ciwantî Tevgera Azadiyê nas dike û 2012'an ji bo ku li dijî dijmin bi çalakî têbikoşe tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji bo ku xaka ku lê bûyî û lê mezin bûyî ji dagirkeriya dijmin xilas bike meşa li rêyeke birûmet daye ber xwe, bi ramanên Rêbertî xwe kiriye milîtanekî şoreşger ê zîrek û bûye xwedî helwesteke milîtanî kuhemû peywirên tevgerê dayî bi serkeftî bi cih aniye. Hevrê Rêzan bi dilpakî, dirûstî û jidiliya xwe bandora xwe bi giranî li ser hevrêyên xwe kiriye. Heta wê kêliya ku şehîd bûyî jî hevrê Rêzan bi dirûşma, ''Rêbertiya Azad, Kurdistana azad'' jiyaye bûye yek ji milîtaniya fedayî ya PKK'ê.

Di serî de serê malbata me ya hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûyî Remezan, serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em sond dixwin ku em ê şerê azadiyê yê ku şehîdên me gav bi gav kirine bi serfiraziyê tacîdar bikin û bîranînên şehîdên xwe bidin jiyîn.”