HPG: Li Xakurkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê li herêma Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek kir. Li gorî daxuyaniya HPG'ê herî kêm 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Çelê jî çalakiya gerîla hebû.
HPG'ê li herêma Xakurkê li dijî leşkerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek kir. Li gorî daxuyaniya HPG'ê herî kêm 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Çelê jî çalakiya gerîla hebû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 30'ê Çileyê saet di 07:30'î de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş xistin. Di çalakiyê de ku li stargeheke dijmin hate xistin, stargeh bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.
Hêzên me di 31'ê Çileyê (îro) saet 09:40'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."