HPG: Li Xakûrkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Xakûrkê çalakî lidarxist. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

LI XAKÛRKÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpê kirin, roja 11’ê Tîrmehê saet 09:10’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de ji sê baskan ve li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi seruber bi çekên giran herêm  gulebaran kir û saet 14:00’an bi desteka balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihiştin baregeha xwe.

LI WANÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 26’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Arkenîs yê navçeya Şax a Wanê operasyon dabû destpê kirin. Di Operasyona ku bi desteka wesayîtên zirxî û balafirên keşfê didome de, dinavbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar diqewime. 2 hevreyên me ku bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameya hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.

OPERASYONA LI GUNDÊN PAYIZAVAYÊ BÊYÎ ENCAM BIGRE PAŞVE VEKIŞIYA

Roja 4’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Kanîsor, Xazir, Axçur, Silila û Aşkan ên navçeya Payizava ya Wanê operasyon da destpê kirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li gund û derdora wê karê lêgerînan dikin heqaret li gelê xwecihî dike û zextan li wan dike. Ev operasyon heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 11’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 05:00’an bombe li herêma Adilbeg a herêma Avaşîn ya Herêmên Parastinê yên Medayayê û saet 17:00’an li herêma Kesta ya herêma Metînayê barandin. Di van bomberbaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye."