HPG: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Xakurkê ji 2 baskan ve çalakiyeke xurt kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"18'ê Gulanê saet di 06:30'î de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Axîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyek kirin. Ji 2 baskan ve derbên giran li leşkerên li ser gir û derdora gir xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bombardûman li herêmê kir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI XAKURKÊ Û ZAPÊ BARANDIN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li gorî vê yekê;

Balafirên şer 11'ê Gulanê saet di 16:30'î de Girên Şehîd Hozan û Şehîd Şahan, 17'ê Gulanê saet di 11:30'î de Girê Şehîd Kahraman û 18'ê Gulanê saet di 11:30'î de jî Girê Konit ên herêma Xakurkê bombe kirin.

Di 18'ê Gulanê de jî saet 17:30'î balafirên şer qada Kanîsarkê ya herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."