HPG: Li Silopiyayê derbên xurt li operasyona dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encamên çalakî û operasyonên li Bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, detayên çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî leşkerên artêşa Tirk ên Çiyayê Cûdî ya Şirnexê derketibûn operasyonê parvekir.

HPG’ê, têkildarî çalakiyên li Şirnex, Gever û Çelê hatî lidarxistin ev agahî da:

LI CÛDÎ DERBÊN XURT LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN

HPG’ê têkildarî çalakiyên li Cûdî ev agahî parvekir:

Artêşa Tirk a dagirker ku 13’Ê Îlonê li herêmên Gundê Hesena, Girê Golya û deverên Bilûrvan û Girê Bilûrvan a girêdayî Çiyayê Cûdî yê navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi operasyonekek berfireh kiribû, di encama çalakiyên berfireh ên gerîlayên me hate kirin û şûnde bi neçarî vekişiyaye.

Detayên çalakiyên gerîlayên me yên li dijî operasyonê hate lidarxistin wiha ne:

13’ê Îlonê yekîneyek a operasyona dagirker ên ji devera Derê Semana ber bi Çelê Reş ve diçûn xistin bin kontolê. Hêzên me yên ku demekê ev yekîne xistin bin kontrolê, saet derdorî 18:30’an kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt li dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a derbên xurt xwarin bi obus û hewanan qad bombe kirin.

14’ê Îlonê wesayîtên zirxî yên Kobra ku ber bi Gundê Hesena ve bi rê ve diçn saet 11:30’an bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiya wesayîtên zirxî bûn hedefa gerîlayên me de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

Dîsa heman rojê hêzên dagirker ên saet 13:30’an xwestin ku bi hevkariya tankan bikevin devara Gundê Hesena ji aliyê gerîlayên me ve bûne hedef. Di vê çalakiya bi awayekî xurt leşker û tank hatin lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin tankek hate derbkirin. Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxitin.

Dîsa heman rojê hêzên me, saet 18:30’an li dijî tankeke din a artêşa dagiker li gundê Hesena çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de tank hate rûxandin, personelên tankê jî ji qada şer reviyane. Artêşa Tirk a mêtînger ku piştî çalakiyê bi demekê ku xwestin bi wesayîtên zirxî mudaxele bikin, enkazên tankê bi wesayîta barhilgir ji qadê rakirin.

Di tevahiya rojê de qereqolên Botaş û Milêgora cihên navborî yên çalakiyên xurt ên gerîla hate lidarxistin bê navber bi top, hewan û obusan bombe kirin. Artêşa Tirk 15’ê Îlonê ji herêma Bilûrvan, 16’ê Îlonê jî Girê Bilûrvan û Girê Hesena bi neçarî vekişiyaye.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û opersyonan jî ev agahî da:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de, li navçeyê Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistine.

16’ê Îlonê saet 07:00’an hêzên me, li dijî leşkerên ku ewlekariya xebatên rê yên li Girê Perût ê girêdayî Çelê digirin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin çeperek dijmin hate ruxandin, her wiha 4 leşker hatine kuştin. Her wiha di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk jî birîndar bûne lê têkildarî hejmara birîndaran agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer, obus û hewanan qada bombe kiriye. Hêzên dijmin di saetên şevê de bi balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bi wesayîtên zirxî ji qadê dûr ketine.

Çapemeniya şerê taybet diyar kiriye ku di vê çalakiyê de 3 gerîlayên me şehîd bûne, ev nûçe derewin ti rastiya wan nîne. Di vê çalakiyan de ti windahiyên me çênebûne.

LI ŞIRNEX, ŞEMZÎNAN Û GEVERÊ LI LEŞKERÊN TIRK HATE XISTIN

Hêzên me, 16’ê Îlonê saet derdorî 09:00’an li dijî leşkerê artêşa Tirk a dagirker li Girê Tataselê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijmin hate lêxistin de,têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatiye bi destxistin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê Girê Koordîne bi obus û hewanan bombe kiriye.

17’ê Îlonê hêzên me, saet 13:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Bayê û Sîser ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyên hemwext lidar xistin. Di çalakiyê de kon, konteynir û çeperên li her du giran ji 2 baskan ve bi awayekî xurt lêxistin. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Piştî çalakiyê û şûnde artêşa Tirk a dagirker bi obus, hewan û topan qad bombe kirin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Nûdem de, 17’ê Îlonê saet 13:15’an li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Şerefiye yê li Çiyayê Gabar a Şirnexê kirin hedef. Di çalakiya leşkerên artêşa Tirk hate lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus, hewan û topan bombe kirine.