HPG: Li Serhedê li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Serhedê rêzeçalakî li dar xistin. HPG’ê got di çalakiyê de qasî hate tespît kirin 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Serhedê daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê got di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serketinê de gerîlayan rêzeçalakî li dar xistine.

Têkildarî çalakiyên gerîla HPG’ê ev agahî parve kir;

“Li Eyaleta Serhedê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serketinê de li dijî artêşa TC’ê ya rêzeçalakî li dar xist. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 21’ê Adarê saet 07:00’an hêzên me li nêzî Qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî kontrayên ku li ser re kar dikin çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wesayîta transît, mekîneya kar û wesayîta tîpa kobra ya kontrayan hate derbkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên kontra bi wesayîtên zirxî û ambûlansan ji herêmê rakir û bi tank û helîkopterên kobra herêm bombe kir.

Roja 23’ê Adarê saet 05:45’an hêzên me li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker a ku ji wesayîtên zirxî pêk dihat ku ber bi Girê Hirgobê ve diçû li ser rêya Idîr û navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi giranî li hemû wesayîtên di konvoyê de hate xistin, wesayîteke kirpî hate derbkirin û 2 leşkerên dijmin hate kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran herêm gulebaran kir.”