HPG: Li Qilaban û Avaşînê 2 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li bejahiya Qilabanê û herêma Avaşînê di çalakiyên hêzên gerîla de 2 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

22'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li dijî qemyoneke artêşa Tirk a dagirker ku ji qereqola Elemunê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê diçû Girê Tangê û alavên leşkerî tê de bûn, gerîlayên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû û malzemeyên di hundirê qemyonê de tevî qemyonê îmha bûn. Ev çalakiya serketî ji bo bîranîna salvegera şehadeta fermandara me ya nemir hevrêya me Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

24'ê Cotmehê bi şev li herêma Zapê, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku hewl didan bombeyan li qada Tîpa T bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji qadê biçin.

24'ê Cotmehê li herêma Avaşînê li derdora Girê Şehîd Elî hêzên me komek ji dagirker şopandin. Piştî ku dagirker kontrol kirin, heman rojê saet di 16:25'an bi rêbaza sûîqestê lê dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Avaşînê li qadên Girê Kartal û Werxelê;

23'^Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr, çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Kartal. Dagirkeran piştî bombardûmanê xwestin bi pêş ve biçin û di navbera şervanên me yên li qada Girê Kartal û dagirkeran de şer qewimî û tevahiya rojê dewam kir. Di encama vî şerî de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

24'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Kartal barand. Dagirkeran danê nîvro xwestin bi pêş ve biçin û hêzên me ji cihekî nêz ve 4 caran li dagirkeran dan. Di heman demê de hêzên me li 2 droneyan xistin ku ber bi Qada Berxwedanê ve hatibûn şandin.

25'ê Cotmehê ji saet 09:25'an û pê ve artêşa Tirk a dagirker bi gazên jehrî û çekên kîmyewî êriş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê Kartal. Li qada berxwedanê û derdora wê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran diqewime.

24'ê Cotmehê artêşa Tirk bi çekên giran bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barand. Heman rojê saet di 22:20'î de Qada Berxwedanê 3 caran bi teqemeniyan bombe kir.

24'ê Cotmehê saet di navbera 19:50 û 20:50'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan.

24'ê Cotmehê saet di navbera 22:40-00:50'î de li herêma Avaşînê li ser qadên Girê Kartal, Werxelê, Tabûra Ereban û Banistanê liv û tevgera helîkopteran hebû.

24'ê Cotmehê saet di 02:45'an de li herêma Zapê, qada Çemço bi balafirên şer hate bombekirin."