HPG: Li Metînayê çeperek hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Metînayê bi çekên giran çalakî kirin. Di çalakiyê de ku ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin, çeperek hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

5'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Azad, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin, çepereke dagirkeran hate îmhakirin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û hatin birîndarkirin nehate tespîtkirin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

5'ê Cotmehê saet di 23:20'î de û 6'ê Cotmehê danê sibehê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

5'ê Cotmehê saet di navbera 20:10-00:20'î de li herêma Avaşînê li qadên Werxelê, Banistan, Mervanos, Girê Silêman û Tabûra Ereban liv û tevgera helîkopteran hebû. Heman saetê qadên Geliyê Basya, Girê Şehîd Întîkam û Girê Kartal bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê saet di navbera 21:20-23:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê derdora gundên Dêşîşê, Hirorê, Kêste û Sararû û qadên Kela Qûmriyê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

5'ê Cotmehê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê, qadên Sinînê û Goşîne bi balafirên şer hatin bombekirin. 6'ê Cotmehê saet di 08:20'î de derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike."