HPG: Li Metînayê 4 dagirker hatin cezakirin, cebilxane hate teqandin

Di çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê de li Metînayê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Cebilxaneyeke dagirkeran hate teqandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

5'ê Tîrmehê saet di 17:00 de li herêma Hirorê hêzên me, dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya ji bo demekê xistin bin kontrola xwe û piştre lê dan. Derb li dagirkeran hate xistin ên li derdora 4 kozikên li ser gir li hev civiya bûn. Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyeke dagirkeran a li ser gir jî hate teqandin.

Piştî çalakiyê saet di navbera 22:30-23:30 de dagirkeran xwestin ku kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bibe. Hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ji herêmê vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

5'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li qada Werxelê, hêzên ku xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa hêzên me. Dagirkerên ku derb xwarin bi qedemeyekê xwe vekişandin.

5'ê Tîrmehê saet di 07:00 de artêşa Tirk a dagirker kûçikek bi detektorekî şand nava çeperên şer. Kûçik hate bêbandorkirin û detektora li ser kete destê hêzên me.

Artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor bombeyên gazê û teqemenî avêtin nava çeperên şer.

DAGIRKER XWEZAYÊ TALAN DIKIN, ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNIN

Dagirkerên ku ji roja destpêkê ya operasyonê ve ji ber berxwedana mezin a hêzên me yên gerîla nikarin bi pêş ve biçin, li dijî hêzên me yên gerîla gazên kîmyewî bi kar tînin û bi wêrankirina cografya Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Dewleta Tirk a dagirker darên li herêmê dibire û qadên daristanî dişewitîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê, balafirên şer, obus û hawanan bombe li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin wiha ne:

5'ê Tîrmehê saet di 00:30'î de zeviyên gundê Hirorê yê li herêma Metînayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-02:30 de çeperên şer ên li qada Werxelê ya li herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-02:30'î de helîkopter li qadên Cîlo yê Biçûk û Tîpa T ên herêma Zapê geriyan, qadên Şamkê, Şehîd Tûfan û Tîpa T bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

6'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-03:30'î de qadên Çemço û Sîda û gundê Rêçbiraxa bi obusên ji qereqolên li ser sînor tên avêtin, hate bombekirin.

6'ê Tîrmehê saet di 10:52'an, qada Deşta Nehlê ya navçeya Akrê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê şewat bi herêmê ket û hîn jî şewat dewam dike.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."